YE beşdariya Tirkiyê di şerê navxwe yê Lîbiyayê gotûbêj dike

13-07-2020
RÛDAW
Îro wezîrê derve yên welatên Yekîtiya Ewropayê dicivin
Îro wezîrê derve yên welatên Yekîtiya Ewropayê dicivin
Nîşan Tirkiye Yekîtiya Ewropayê Lîbya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Biryar e îro wezîrên derve yên welatên Yekîtiya Ewropayê li ser mijara Tirkiyê û beşdariya wê di şerê navxwe yê Lîbiyayê de bicive. Beriya civînê Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josef Borrel ragihand ku peywendiyên wan li gel Tirkiyê baş nînin.

Li gorî daxuyaniya Komisyona Ewropayê, ewê pêwendiyên xwe yên dualî ligel Tirkiyê gotûbêj dikin. Tekez dike ku pêwîstiya wan bi siyaseteke demdirêj ligel Tirkiyê heye, bi awayekî ku ligel pêgeha wî welatî weke endamê NATOyê bi gunce.

Dema çend salan e, Tirkiye bi siyasetên navxweyî û derve, gelek welatên Ewropayê tûre kirine. Gotûbêjên siyasî yên navbera Enqere û Brukselê niha jî negihiştine encamê.

Yekîtiya Ewropayê taybet ji bo mijara Tirkiyê dicive û dosyeyeke germ a pêwendîdar bi wî welatî, gotûbêj dike.

Di daxuyaniya Komisyona Ewropayê de hatiye gotin: “Em pêwendiyên xwe yên dualî ligel Tirkiyê gotûbêj dikin. Pêwîstiya me bi siyaseteke demdirêj heye ligel Tirkiyê. Bi awayekî ligel pêgeha wî welatî weke endamê NATOyê guncaw. Divê em bersiv û karvedanên xwe derbarê gavên Tirkiyê, diyar bikin, ku dibine sedema nearamiya navçeyayên rojhilatê Deryaya Naverast.

Nearamiya navçeyê bandorê li ser berjewendiyên sereke yên Yekîtiya Ewropayê dikin, di warên weke dosyeya koçberan, rûbirûbûna terorê, asayişa wizeyê û serweriya welatên Yekîtiya Ewropayê de, lewma divê kar ji bo baştirkirina pêwendiyan ligel Tirkiyê bê kirin.”

Li Deryaya Naverast, Tirkiye mijûlî gera li pey petrol û xazê ye û herdu welatên Qubris û Yunanê, ku endamên Yekîtiya Ewropayê ne, dibêjin, Tirkiye binpêkirinê li serweriya navçeyên wan ên deryayî dike.

Yekîtiya Ewropayê, di navbera razîkirina Yunanê, ku endama Yekîtiya Ewropayê ye û Tirkiyê de, ku endama NATOyê ye, di astengiyê de ye.

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josef Borrel jî dibêje: “Me peyama xwe ya zelal arasteyî Tirkiyê kiriye, ku me tê de gotiye, Yekîtiya Ewropayê berevaniyê di ber biha, sînor û serweriya welatên endamên Yekîtiyê dike. Lê hevdem Tirkiye jî hevbeş û hevpeymaneke girîng a NATOyê ye û divê ew arasteyên nerênî, ku niha di navbera me û Tirkiyê de hene, bêne rastkirin. Siyaseta tolstandinê navçeya Deryaya Naverast cîgir û aramtir nake.”

Dosyeya Lîbyayê û şandina çekan ji aliyê Tirkiyê ve bo wî welatî, mijareke din e, ku pêwendiyên navbera Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyê aloz kirine û Fransa Enqereyê bi binpêkirina xalên Kongireya Berlînê ya taybet bi qedexekirina gihandina çekan ji bo Lîbyayê tometbar dike.

Tirkiye jî Fransa bi hewldana ji bo têkdana rewşa navxweyî ya Lîbyayê tometbar dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst