Stoltenberg: Dilgiraniyên Tirkiyê derbarê terorê de rewa ne

13-06-2022
RÛDAW
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg û Serokê Finlandayê Sauli Niinisto roja Yekşembê 12ê Hezîrana 2020 di preskonferanseke hevbeş de li Helsinkî. Wêne: AFP
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg û Serokê Finlandayê Sauli Niinisto roja Yekşembê 12ê Hezîrana 2020 di preskonferanseke hevbeş de li Helsinkî. Wêne: AFP
Nîşan NATO Jens Stoltenberg Swêd Finlanda Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî ê NATOyê ji bo gotûbêjkirina li ser endamtiya Swêd û Finlanda di wê rêxistinê de çû Finlandayê. Stoltenberg dixwaze dilgiraniyên Tirkiyê di derbarê piştevaniya PKKê de bigihîne herdu aliyan û tekez kir, dilgiraniyên Tirkiyê yên derbarê "piştevaniya terorê" de rewa ne.

Sekreterê Giştî yê NATO yê çû Finlandayê da ku bizane heya çiqasî Helsinkî dikare dilgiraniyên Tirkiyê nehêle ku daxwaz dike piştevaniyên xwe ji bo PKKê rawestîne.

Jens Stoltenberg di preskonferansekê de dilgirnaiyên Tirkiyê yên derbarê Swêd û Finlandayê de “rewa” bi nav kir, lê gumanên wî hene ku bikaribin di Lûtkeya Madrîdê de ku di dawiya meha Hezîranê de tê lidarxistin, babeta endambûna herdu welatan di NATO de çareser bikin û dilê Tirkiyê razî bikin.

Tirkiye herdu welatên Skandînavî Swêd û Finlandayê bi piştgiriya ji bo rêxistinên terorîstî tohmetbar dike.

Jens Stoltenberg, Sekreterê Giştî yê NATO dibêje, “Dema ku hevpeymanekî girîng û serekî weke Tirkiyê dilgirnaiya xwe derbarê terorê nîşan bide, bê guman divê em rûnin û bi cidî li wan binerin. Ev yek jî rêk ew kar e ku em dikin.”

Jens Stoltenberg dema dilgiraniyên Tirkiyê bi rewa da zanîn, li tenişta serokê Finlandayê bû.

Sauli Niinisto şokbûna xwe nîşan da ku Tirkiyê ti pirsgirêk li gel endambûna wan di NATOyê de nebû heya dema ku wan bi fermî daxwaz kir ku bibin endamê NATOyê.

Sauli Niinisto got, “Ez cudahiyeke zêde di navbera awayê serederiya Finlanda û Tirkiyê ligel mijara terorê nabînim, eger em ligel welatên di nava NATOyê de berawird bikin, lewra ew ji bo me gelek giran tê ku gelo çima li vir tiliya tohmetê ber bi me ve hatiye dirêjkirin.”

Piştî çend salan ji bêalîbûnê, êrîşa Rûsyayê li ser Ukraynayê, Finlanda û Swêd neçar kirin daxwaza endambûnê ji NATOyê bikin ku madeya 5 a hevpeymaniyê dibêje, “êrîşa li ser her welatekî endamê NATOyê, êrîşa ser hemûyan welatên endam e.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst