Almanya: Îsal 256 welatiyên Îraqê hatin dersînorkirin

12-08-2023
RÛDAW
Nîşan Almanya Îraq Koçber
A+ A-

Berlîn (Rûdaw) – Hikûmeta Almanyayê ji destpêka îsal ve heta niha 256 penaberên ji Herêma Kurdistan û Îraqê dersînor kirine.

Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno beşdarî bernameya “Diyaspora” ya Hêmin Evdila bû û li ser pirsên ku ji Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê kirine axivî.

Zinar Şîno li ser rewşa koçberên ji Herêma Kurdistan û Îraqê yên li Almanyayê çend pirs ji Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê kiribûn.

Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê diyar kir ku li ser vegerandina koçberan di navbera Berlîn û Bexdayê de ti rêkeftin nîne.

Herwiha di bin banê Yekîtiya Ewropayê de jî ti rêkeftineke bi ku Îraqê re hatibe kirin nîne.

Almanya dixwaze kesên ku demeke dirêj e li wir in vegerîne

Zinar Şîno diyar kir ku Almanya dixwaze kesên ku demeke dirêj e li wir in vegerîne Îraqê û destnîşan kir ku li ser mijara koçberan gelek rexne li hikûmetê tên kirin.

Li gorî amarên Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê, ji destpêka îsal heta 30ê Hezîranê, 31 hezar welatiyên Îraqê li Almanyayê daxwaza mafê penaberiyê kiriye lê ji wan 28 hezar hatine redkirin.

Ji wan 42 vegerandine Îraqê

Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê diyar kir ku şeş mehên ewil ên îsal 256 welatiyên Îraqê hatine dersînorkirin.

Ji wan 42 vegerandine Îraqê û yên mayî jî ji ber ku pencemor/şopa tiliyên wan li welatên din hebû ew vegerandine wan welatan.

"Em kesî qebûl nakin"

Hem welatên din ên Yekîtiya Ewropayê û hem jî Almanya peyamê didin koçberên Îraqî û yên ji Rojhilata Navîn ku “Em kesî qebûl nakin, jiyana xwe mexine xeteriyê.”

Li aliyê din Wezareta Karên Navxwe ya herêma Bavyerayê jî li ser mijara koçberan agahî dan Nûçegihanê Rûdawê.

Wezaretê ragihand ku nîvê yekem a îsal 493 koçberên ku di nava wan de welatiyên Îraqî jî hene, ji herêmê derketine.

5 hezar û 282 welatiyên Îraqî hatine tomarkirin

Wezaretê herwiha eşkere kir ku 5 hezar û 282 welatiyên Îraqî hatine tomarkirin û ji wan hatiye xwestin ku ji Almanyayê derkevin.

Hikûmeta Almanyayê kesên ku divê ji Almanyayê derkevin dike du beş.

Koçberên ku di bin peymana bi welatên din re diçin Almanyayê, dikarin bi serbestî ji Almanyayê derkevin.

Almanya alîkariyê dide kesên ku mafê wan ên penaberiyê hatiye redkirin daku vegerin welatên xwe.

Zinar Şîno ragihand ku li ser vegerandina 31 hezar Îraqiyên ku mafê wan ê penaberiyê hatiye redkirin ti rêkeftin nîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst