Kim Jong-Un bi fermî bû Serokê Koreya Bakur

12-07-2019
RÛDAW
Nîşan Kim Jong-Un Serokê Koreya Bakur Destûr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kim Jong-Un di destûra nû ya Koreya Bakur de bi fermî weke Serokê Koreya Bakur û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî yên Koreya Bakur hat diyarkirin, di destûra berê de weke Rêberê Bilind dihate binavkirin.

 

Li gor destûra nû, Kim Joung-Un weke Serokê Komîsyona Karûbarên Dewletê hatiye binavkirin ku pileya herî bilind a Koreya Bakur e, ji sala 2016an ve hatiye damezrandin û erkê wî ji nûnertiya bilind a hemû gelê Koreyê pêk tê û ev jî tê wateya serokê welat û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar.

 

Kim Jong-Un di destûra berê de weke Rêberê Bilind ku fermandariya hemû hêzên leşkerî dike, hatibû binavkirin.

 

Çavdêr di wê baweriyê de ne ku ev pêngava Koreya Bakur a li ser guhertina navnîşana Kim Jong-Un ji rêbertiyê bo serok, beşeke ji amadekariyên pêkanîna rêkeftineke aştiyê ye li gel Amerîkayê.

 

Berî niha serokê welat bi awayekî fermî serokê komeleya bilind a gel an parlamentoyê bû li Koreya Bakur û zêdetir navnîşaneke şanaziyê bû, lê Kim Jong-Un bi civîna li gel serkirdeyên cîhanê û biryara rawestandina ceribandinên atomî yên Koreya Bakur xwe weke serok derdixist.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst