Gereke din a danûstandinên Astanayê tê lidarxistin

12-07-2019
RÛDAW
Nîşan Astana Krîza Sûriyê Danûstandinên Astana
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di destpêka meha Tebaxa îsal de gereke din a danûstandinên Astanayê yên taybet bi pirsa Sûriyê destpê dike û armanca sereke ya gera nû ya hevdîtinan pêkanîna komîteya nivîsandina destûra nû ya Sûriyê ye.

 

Nûnerê Serokê Rûsyayê yê bo karûbarên Rojhilata Navîn û Afrîqayê Mîxayil Bogdanov ragihand ku dê destpêka meha Tebaxê li bajarê Nûrsultan a Kazaxistanê civînên Astanayê birêve biçin.

 

Beşdarên di van civînan de dê zêdetir balê bikşînin ser pêkanîna komîteya nivîsandina destûra nû ya Sûriyê û ji bo cara yekem jî dê nûnerekî Iraq û Lubnanê weke çavdêr beşdarî civînan bibin.

 

Li gorî zanyariyên ku hatine belavkirin, dê piştî civînên Astanayê jî, lûtkeya Astanayê ya bi beşdariya serokên Tirkiye, Rûsya û Îranê bê encamdan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst