Li mala seroka şaredariyê 70 kîlo esrar hat dîtin

12-04-2024
Nîşan Fransa Seroka Şaredariyê Esrar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Fransayê li mala Jamilah Habsaouiya Seroka Şaredariya Avallonê 70 kîlo esrar, zêdetir ji 7 hezar euroyan û gelek zêr hatin dîtin.

Avallon bajarokekî biçûk e û li naverasta rojhilatê Fransayê ye.

Polîsan 7ê Nîsanê bi ser mala Seroka Şaredariya Avallonê de girt û dest danî ser 70 kîlo esrar, zêdetir ji 7 hezar euroyan û gelek zêran.

Jamilah Habsaoui 10ê Nîsanê jî hat desteserkirin û destên wê hatin kelemçekirin.

Dozger ragihand ku dê Jamilah Habsaoui, du birayên wê û pênc kesên din di çarçoveya “qaçaxçitiya madeyên hişbir” de werin darizandin.

Li gorî nûçeya BBCyê, parêzerê wê red kiriye ku Jamilah Habsaouiyê madeyên hişbir li mala xwe veşartibin.

Jamilah Habsaoui endama berê ya Partiya Sosyalîst e û di heman demê de dermanfiroş e.

Habsaoui sala 2021ê piştî îstifaya serokê berê yê şaredariyê bûbû şaredar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst