Koçberên Bosnia hindik maye ji serma biqefilin

12-01-2021
RÛDAW
Nîşan Bosnia Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rewşa koçberên li bakurê rojavayê Bosnia gelek xirab bûye û hindik maye ji serma biqefilin.

Rewşa koçberan dijwar bûye, bê nan û av bûn, sir û sermaya zivistanê jî bi ser de hat. Koçber li bakurê rojavayê Bosnia sergerdan û ji hal ketine, daxwaza alîkariyê dikin kes bi hewara wan ve naçe, bi şimik û zikê birçî li ser berfê dikevin rê ji bo xwerak bidest wan bikeve.

Koçberê Xelkê Keşmîr Ashfaq Ahmed dibêje: “Dema pileya germê dadikeve bin sifrê, keş û hewa dijwar dibe. Rewşa me wek xwe ye, kes nayê xema me bixwe. Em bê tişt mane. Av, elektirîk tiştekî me nîne.”

Koçberê Pakistanî Akhtar jî got: “Doh efserek hat ji me re got dixwazin 300 kesî bibin nav çadiran, lê ez naxwazim li wê kampê bijîm, dixwazim vegerim Sarajevo, li vir gelek berf dibare û keş û hewa gelekî sar e.”

Ji Kanûna 2020an ve, ev koçber ji dema kampa wan şewitiye, li deşt û daristanan belav bûne. Ji xizmetguzariyên herî destpê bêbeş in, çendîn hefte ye xwe neşûştine, rêxistinên navdewletî dibêjin, nexweşî di nav wan de belav bûye, peywendî bi kezebê ve heye û guman dikin Corona di nav wan de belav bûbe.

Derbarê mijarê de Endama Encûmena Penaberan a Danîmarkî Verica Recevic jî got: “Evana zêdetir bi nexweşiyên veguhêz û nexweşiya çerm dikevin, piraniya wan ji destê pirsgirêka enfeksiyonên bêhnvedanê dinalînin, dikuxin, bi taya malta dikevin. Bi rastî ne asan e di vê rewşê de cuda bikin ka ev bi Coronayê ketine yan her coreke din a enfeksiyonê ye.”

Ji ber wêya zêdeyî hezar koçber li ber sermaya zivistanê bicîh hiştine, rexneyên dijwar li Bosnia tên girtin. Koçber xelkê Rojhilata Navîn û Asyayê ne, Bosnia wek deriyê gehiştina welatên Ewropayê dibînin, lê divê sînorê Kirwatya derbas bikin berî bighin cihê mebest.

Kirwatya jî plîsên herî tund li ser sînor danîne, koçber bikevin destê wan lêdanê dixun û bo Bosnia tên vegerandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst