Blinken diçe Tirkiyeyê: Mijar Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye

11-12-2024
RÛDAW
Nîşan Amerîka Antony Blinken Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken dê roja Înê biçe Tirkiyeyê.

Li gorî medya fermî ya Tirkiyeyê, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken 13ê Kanûna Pêşîn a 2024an biçe Enqereyê û bi berpirsên Tirkiyeyê re bicive.

Tê gotin ku Blinken û berpirsên Tirkiyeyê mijarên wekî Sûriye, Rojavayê Kurdistanê û rewşa nû ya piştî desthilata Esed gotûbêj bikin.

Divê were gotin ku li Rojavayê Kurdistanê piştî ketina desthilata Beşar Esed, şerê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û çekdarên ku Tirkiye piştgiriya wan dike berdewam dike.

Antony Blinken û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan roja 7 û 10ê Kanûna Pêşîn du caran bi telefonê li ser rûdanên dawî yên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê axivîbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst