Li Xarkîvê rewşa awarte hat ragihandin

11-04-2024
RÛDAW
Li Ukraynayê rewşa awarte ya esmanî hat ragihandin
Li Ukraynayê rewşa awarte ya esmanî hat ragihandin
Nîşan Rûsya Xarkîv Ukrayna
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ukrayna li Xarkîvê amadekariyê ji bo bersivdana êrişên ji nişka ve yên Rûsyayê dike.

Serbazên Ukraynayê li nêzîkî bajarê Xarkîvê li bakurrojhilatê welatê xwe bi çêkirina çeperan re mijûl in.

Ew herêm tenê 30 kîlometreyî dûrî sînorê Rûsyayê ye.

Sedem ew e ku li gorî Ukrayniyan dê nêzîkî vê bereyê êrişên neçaverêkirî yên Rûsyayê çêbibin.

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky got:

“Li vê derê li Xarkîvê rewşeke hêsan nîne lê ji ber xwegirtina xelkê em dikarin parastinê bikin û canê xelkê jî biparêzin.

Bawer im serkeftin li Xarkîvê nêzîk e, wekî çawa li temamê welat nêzîk e.”

Di 3 hefteyên borî de, Rûsya bi rêya dron û mûşekên pêşketî bajarê Xarkîvê û derdora wê bi awayekî zêde bombebaran kir.

Ji ber vê yekê jî herî kêm 150 hezar kes aware bûn.

“Bi çekên pêşketî û dronan kirine

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Koneşinkov jî anî ziman:

“Wekî bersivdana êrişên rejîma Kyivê û zerardana binesaziya neftê û enerjiya Rûsyayê, hêza çekdarên Rûsyayê 39 êriş pêk anîne û ew êriş bi çekên pêşketî û dronan kirine.”

Xarkîv herêmeke stratejîk e û duyemîn bajarê mezin ê Ukraynayê ye.

Berpirsên Ukraynayê dibêjin di van sê hefteyan de Rûsya ji sedî 80 santralên elektrîkê û kanzayên komirê yên Ukraynayê kirine armanc.

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbockê da zanîn:

“Em dibînin Putîn dixwaze bi bombebarana Xarkîvê, avahiyekê li bajêr nehêle û herêmê wêran bike.”

Ji destpêka şerê Sibata 2022yan ve Rûsyayê nêzîkî ji sedî 18ê axa Ukraynayê kontrol kiriye.

Serokê Ukraynayê dixwaze Rojava alîkariya artêşê zêdetir bike ku ew zêdetir rê li ber artêşa Rûsyayê bigirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst