Pentagon: Li Sûriye û Îraqê 56 leşkerên me birîndar bûne

10-11-2023
Nîşan Pentagon Sûriye Îraq Êriş Leşker Birîndarbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastînê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand, li Sûriye û Îraqê 56 leşkerên wan birîndar bûne.

Pentagonê da zanîn ku di 23 rojên borî de herî kêm 46 caran êrişî hêzên wan ên li Sûriye û Îraqê hatiye kirin û di van êrişan de 56 leşkerên wan birîndar bûne.

Cîgira Berdevkê Pentagonê Sabrina Singhê got, “Ji 17ê Çiriya Pêşînê ve bi giştî 46 caran êrişî hêzên me yên li Sûriye û Îraqê hatiye kirin.”

Amerîkayê jî çarşema borî baregeh û depoyên Pasdarên Îranê û komên alîgirên Tehranê yên li Sûriyeyê weran kirin.

Hêzên Amerîkayê piştî vê yekê 4 carên din rastî êrişan hatin.

Sabrina Singhê da zanîn ku wan li Dêrezorê baregehên komên çekdar kirine armanc.

Li aliyê din, şevê din dîmenên van bombebaranan hatin belavkirin.

Cîgira Berdevkê Pentagonê Sabrina Singhê destnîşan kir ku di van êrişên wan de kes nehatiye kuştin an jî birîndarkirin.

Çavkaniyên xwecihî jî amaje pê dikin ku di van êrişên Amerîkayê de 9 endamên grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst