Li Fransayê beşek ji koçberan mêşên hingiv xwedî dikin

11-08-2019
RÛDAW
Koçberan dibêjin xwedîkirina mêşên hingiv li Fransayê jiyana wan guhertiye
Koçberan dibêjin xwedîkirina mêşên hingiv li Fransayê jiyana wan guhertiye
Nîşan Fransa Koçber Mêşhingiv
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li  Fransayê, koçberên çend welatên cuda  mêşên hingiv xwedî dikin. Li gor koçberan, xwedîkirina mêşên hingiv li Fransayê jiyana wan guhertiye. Herwiha hinek koçber hêvî dikin, bi rêya xwedîkirina mêşên hingiv xewnên xwe li xerîbiyê pêk bînin.

 

Li navenda paytexta Fransayê bajarê Parîsê, koçberên Sûrî, Efxanî û Afrîqî mêşên hingiv xwedî dikin, daku bikaribin bibin hevalên jîngehê. Li gor wan, bi rêya xwedîkirina mêşên hingiv dikarin êş û derdên hatina xwe bo Ewropa û xerîbiyê ji bîr bikin.

 

Koçberê Sûrî Ibrahîm Qerût dibêje: "Xwedîkirina mêşên hingiv bo weberhênanê pêwîstiya wê bi gelek pereyan nîne. 5 şaneyên mêşên hingiv kêmî hezar Euro ji wan re divê, tu dikare projeyekî bi wan şaneyan ava bikî."

 

Li gor koçberan, xwedîkirina mêşên hingiv li Fransayê jiyana wan guhertiye. Herwiha hinek koçber hêvî dikin, bi rêya xwedîkirina mêşên hingiv xewnên xwe li xerîbiyê pêk bînin.

 

Koçberê Guineyê Djoul Alain Kaba dibêje: "Ez herdem ji mêşên hingiv li Afrîqyayê ditirsiyam, ji ber em nizanin bê pêwîstiya van mêşan bi çi heye. Bi rastî ez ne kesekî dijminkar im, ev mêş tiştên baş ji xweza û jîngehê re peyda dikin."

 

Gelek koçber li Fransayê ji sifrê destpê dikin. Hezkirina wan a karkirinê wiha kiriye, ku fêrbûna wan li ser destê mamesteyan asantir be. Herwiha hinek jî tecrubeya xwe ya berê bikar tînin û zû biser dikevin.

 

Ji Komeleya Esperoyê Maya Persaud jî wiha axivî: "Du, sê xwendekar li ba me hene, bi rêya mamosteyekî Fransî fêrî xwedîkirina mêşên hingiv dibin, ew bi zimanê Fransî nizanin, lê ew di xwedîkirina mêşên hingiv de gelekî pispor in, ev yek bo me gelekî girîng e, lewra em bi awayekî aktîv gelekî kar dikin, daku em xwedîkirina mêşan di kar de pêş bixin."

 

Tevî ku xwedîkirina mêşên hingiv pisporî jê re divê, lê ji ber nebûna kar ew koçber hewlên xwe dixin tevgerê û vî karî dikin. Lewra vê pîşeyê, koçberên gelek welatan li Fransayê civandine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst