Amerîka siza danî ser 34 kompaniyan

10-07-2021
RÛDAW
Nîşan Amerîka Çîn Kompanî Siza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîkayê ji ber ku li dijî kêmîneya misilmanên Uygur li Çînê destê wan di operasyonên leşkerî de hene, alîkariya ji bo Rûsya û Îranê ceza danî ser 34 kompanî û saziyan.

Wezareta Bazirganiya Amerîkayê ceza danî ser 34 kompanî û saziyan û dibêje ji ber ku destê wan kompanî û saziyan di operasyonên leşkerî yên li dijî kêmîneya misilmanên Uyhur li Çînê hene. Herwiha ew tometbarkirin ku ew asankariya hinardekirina kelûpelan bo Rûsya û Îranê dikin.

Wezaretê ragihand ku 14 ji wan Kompaniyan li Çînê ne û li navçeya Xinjiang (Sîncan) ya Çînê destê wan di tawanên li dijî Uygur û kêmîneyên din de hene.

Di berdewamiya ragihandina xwe de, wezaretê diyar kir ku 5 kompaniyên din alîkariyên leşkerî pêşkêsî artêşa Çînê dikin yên wek peydakirina çekên lazerî û kelûpelên din ên leşkerî bo pêşxistina teknelojiya leşkerî ya Çînê.

Wezareta Bazirganiya Amerîkayê 8 kompaniyên din jî bi hinardekirina teknelojiya Amerîkî bo Çînê hatin tometbarkirin, herwiha heftkompanyayên din jî li gor heman wezaretê ji ber çalakiyên wan yên j bo alîkarîkirina artêşa Rûsyayê, ketine nava lîsteya reş ya Amerîkayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst