Li Mariupolê avahiyeke sax hema hema nemaye

10-05-2022
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Kolanên bajarê Mariupolê dişibin li dîmenên fîlmên şer.
Kolanên bajarê Mariupolê dişibin li dîmenên fîlmên şer.
Nîşan Mariupol Ukrayna
A+ A-

Mariupol (Rûdaw) –  Ji ber şerê Rûsya û Ukraynayê bajarê Mariupolê wêran bûye û şer hêj li hinek deverên bajêr berdewam bûye. Kolanên bajarê Mariupolê dişibin li dîmenên fîlmên fantezî yên li ser şer.

Topbaran û bombebaran jixwe ranawestin, lê bi giranî li kargeha pola ya Azovztalê berdewam dike û li Mariupolê avahiyeke sax hema hema ne maye.

Teatra Dramayê ya Mariupolê yek ji wan avahiyane ku 16 Adarê tûşî bordûmana hatibû. Û ev  karesat, li tevaya cîhanê dengekî mezin vedabû.

Hat zanîn ku bi destpêbûna êrîşê ser Mariupolê, Teatra Dramayê karê xwe rawestandibû û şêniyên bajêr ku xaniyên wan ruxiyabû, xwe li vê avahiyê star dikirin.

Bi agahiyên aliya Ukraynî, di dema teqînê de li avahiya Teatrê nêzîkî 1200 kesên sêvîl hebûne. Lê aliya Rûsayê îdîa dike ku di avahiya Teatrê de şêniyên sîvîl tunebûne, û çekdarên yekîneya Azovê yên Ukraynî ew teqandine.

Xelkê bajêr hewl didin xwe ji avahiya Teatrê dûr bigrin. Lê şêniyên taxên dorberê neçarin bên vê derê,  ji bo kişandina avê ji bîrên agirkujî yên li ber avahiya Teatrê. Herçend, ew jî qet nexwazin li ser qurbaniyên Teatra Dreamayê biaxivin, lê dîsa jî hinek şêniyên Mariupolê ji Rûdawê er axivin.

 Şêniya Mariupolê dibêje:  “Haya min jin tiştekî tune. Em tiştekî nizanin. Ma çi sûda wê hebe ku hûnê  behsa wê bikin? Çi di jiyana me de biguhere?”

Kesekî din ê şêniyê Mariupol jî dibêje: “Kes hene ku bi misogerî bihîstine û dizanin. Ew, li wan xaniyên li pişt wê avahiya hilweşiyayê dijîn. Ew dikarin ji we re jî behs bikin. Min bihîstiye ku ew her tiştî dizanin. Lê çi rûdaye, ez nizanim. ”

Şêniyekî din ê Mariupol jî got: “Me tenê bihîstiye ku mirov tê de hebûne û gelek ji wan mirine. Dibêjin jin û mêr, zarok jî di hembêza wan de… lê ew ji vegotina xelkê ye. Em li vir najîn, mala me dû re, jêrtir e.  Em cara yekê ye ku tên vê derê, ku lê binêrin ka çi qewimiye.”

Vê gavê kavilên li derdora Teatrê hinek hatiye rakirin. Ev pêlîstok jî, diyare şêniyên bajêr anîne, ji bo bîranîna zarokên qurbanî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst