Parêzera Kurd Eren Keskîn hêjayî Xelata Olof Palmeyê hat dîtin

10-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ligel Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) parêzera Kurd Eren Keskîn, derûnasa Ukraynayî Marta Chumalo û rojnamegera Îranî Nergîz Mihemedî hêjayî Xelata Olof Palmeyê ya 2023an hatin dîtin.

Xelata Olof Palmeyî, ku ji sala 1987an ve her sal ji aliyê Fona Bîranîna Olof Palmeyî ya ji bo Feraseta Navdewletî û Ewlekariya Hevpar ve tê dayîn. Isal xelata navborî dane 2 jinên aktîvîst ku li Ukrayna û Îranê ye û Parêzer û Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan(ÎHD) Eren Keskinê.

Li Swêdê, Xelata Olof Palme ya îsal bo parêzvanên maf û azadiya jinan ên ji Ukrayna, Tirkiye û Îranê ji ber hewldanên wan ên  ji bo paratiya ewlehiya azadiya jinan di heyamekê ku mafên mirovan ji ber şer, tundî û zordariyê di bin gefê de bûye, hat dayîn.

Li gor daxuyaniya Fona Bîranîna Olof Palmeyê, ji Tirkiyê Eren Keskîn ku bi eslê xwe Kurd e, derûnasa Ukraynayî Marta Chumalo û rojnamegera Îranî ya mafparêz Nergîz Mihemedî hêjayî Xelata Olof Palmeyê ya 2023an hatin dîtin.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku ku Chumalo, Keskîn û Mihemedî tevî gelek “xwişkên xwe” “îlham dane kesên din” û “di têkoşîna mafên mirovan ên bingehîn de rê li ber gelek jin û mêrên ciwan vekirine”.

Biryar e di 1ê Sibata 2023an de li Salona Konserê ya li paytexta Swêdê bajarê Stockholmê Xelata Olof Palmeyê bi merasîmekê bo xwediyên xwe were pêşkeşkirin.

Herwiha hatiye diyarkirin ku merasîma xelat dayînê dê li ser malpera Fona Bîranîna Olof Palmeyê bi awayeke online were weşandin.

Hêjayê gotinê ye ku Xelata Olof Palmeyê  ji sala 1987an ve her sal ji aliyê Fona Bîranîna Olof Palmeyî ve tê dayîn.

Eren Keskîn kî ye?

Eren Keskin 24ê Nîsana 1959an de li bajarê Bursayê Tirkiyê ji dayîk bûye bi eslê xwe Kurd û çerkez e. Bavê Kurd e û dayîka wê Çerkez e.  Bi taybetî di warê mafên mirovan û tundiya zayendî ya li ser jinan de çalak bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst