HRWyê li ser Kerkûkê raporek belav kir

09-09-2023
RÛDAW
Nîşan Kerkûk HRW Çavdêriya Mafên Mirovan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Çavdêrîyê ya Mafên Mirovan (HRW) li ser Kerkûkê raporek belav kir.

HRWyê ragihand ku hêzên ewlehiyê yên Îraqê, 2ê Îlonê bêyî hişyariyê li Kerkûkê gule li xwepêşanderan reşandine.

HRWyê herwiha da zanîn ku di encamê de herî kêm 4 kes hatine kuştin û 16 kes jî birîndar bûne. 

Lêkolînera HRWyê ya Îraqê Sarah Sanbarê di raporê de ragihand ku hêzên Îraqê li Kerkûkê di xwepêşandanên ku Kurdan li dar xistibûn de tundî bikar aniye û rojnameger hatine desteserkirin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku divê hikûmet berpirsyariya van kiryaran bigire ser milê xwe.

“Bêyî ti hişyariyekê gule li xwepêşanderên Kurd reşandin”

Herwiha di raporê de hat diyarkirin ku dema xwepêşandanan berdewam dikir, hêzên Îraqî bêyî ti hişyariyekê gule berdane xwepêşanderên Kurd.

Berdevkê Fermandariya Hêzên Çekdar ên Îraqê General Yehya Resûl 2ê Îlonê li ser mijarê daxuyaniyek da. 

Yehya Resûl ragihand ku li gorî rênmayên Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, komîsyonek ji bo lêkolînkirina bûyeran hatiye avakirin.

HRWyê got got ku divê hikûmeta Îraqî encamên destpêkê yên lêkolînê di dema herî zû de eşkere bike û eger delîlên tawanê hebin, divê berpirsan bi darizandinên adil derxîn pêşberî dadgehê.

Li Îraqê di Çiriya Pêşîn a 2019an de ji ber gendelî û nebûna xizmetguzariyan xwepêşandanên ku wek "Tevgera Tişrînê" jî tên naskirin hatibûn lidarxistin.

Di xwepêşandanan de zêdetirî 600 kesî hatibûn kuştin û nêzikî 20 hezar kesî jî birîndar bûbûn.

HRWyê got ku Hikûmeta Îraqî hîn ji bo wan edalet peyda nekiriye.

Sanbarê li ser lêpirsînên li Îraqê got:

“Bersiva standard a Hikûmeta Îraqê ji tundûtûjiya li dijî xwepêşanderan vekirina lêpirsînê ye lê ew kêm caran digihîjin emcamekê.

Divê ev lêpirsîna dawî li şûna wê standardeke nû û çêtir destnîşan bike, da ku dadmendî ji bo mexdûran û malbatên wan were peyda kirin”

Çi bûbû?

Artêşa Îraqê û hêzên Heşdî Şeibiyê di 16ê Cotmeha 2017an de derbasî bajarê Kerkûkê bûbûn. 

Artêşa Îraqê û hêzên Heşdî Şeibiyê avahiya Partiya Demokrata Kurdistanê vala kir û avahiyê kirin navenda Fermandeya Operasyonê.

Li parêzgehên Îraqê û Kerkûkê dê 18ê Kanûna Pêşîn hilbijartinên encumenên parêzgehan bên lidarxistin.

Beriya hilbijartinan Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîya Sûdanî 25ê Tebaxê ferman dabû ku avahî careke din radestî PDKyê were kirin.

Piştî vê biryarê, 27ê Tebaxê komek alîgirên Heşdî Şeibiyê û Erebên ku ji derve anîbûn li ber avahiyê kon vedabûn û wan rêya Kerkûk-Hewlêrê ji trafîkê re girtibû.

Piştî vê rewşê, 2yê Îlonê, Kurd li herêma Rehîmawayê ya Kerkûkê kom bûn û wan xwepêşandanek li dar xist û xwest ku rêya Hewlêr-Kerkûkê bê vekirin.

Dema ku xwepêşanderên Kurd nêzîkî devera ku çalakvanan berê rê lê girtibû bûn, hêzên ewlehiyê gule li wan reşandin.

Di encamê de 4 Kurd şehîd ketin û 15 kes jî birîndar bûn.

Li aliyê din Dadgeha Federal a Îraqê biryara Serokwezîrê Îraqê ya radestkirina avahiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya Kerkûkê bi awayekî demkî ragirt.

Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê li ser doza parlamenterekî Ereb ê parêzgeha Kerkûkê biryar da ku radestkirina avahiya PDKyê ya Kerkûkê bê rawestandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst