Pêleke germê welatên Ewropa girtiye

09-08-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Ewropa Fransa Parîs Hewa Germ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Fransa weke hemû welatên Ewropayê rastî pêleke germahiyê bûye, welatiyên Parîsê berê xwe didin meydan û parkên giştî ji bo ku xwe li ber avê hênik bikin.

 

Geştiyarên ku serdana Parîsê dikin dibêjin, bilindbûna pileyên germayê jî nehiştiye ku Parîs reng û xweşikbûna xwe jidest bide.


Peytexta Fransayê bajarê Parîsê yek ji bajarên geştyarî yên herî balkêş ên cîhanê ye. Wek hemû rojên normal bi hezaran geştyar li derdora Eiffel Tower kom bûne. Germayeke bi têhn geştyar bêzar kirine, lê ger û tevgera li ser cadeyên balkêş ên bajêr ranewestandiye.


Li naverasta bajêr geştyaran bo xwefênikkirinê ev hawiz ji xwe re dîtine ku jêre dibêjin Trokadero.


Geştyara biyanî Li Parîsê Sara Khol dibêje: “Keş û hewaya Parîsê gelekî ecêb e. Lê hinekî bo me germ e. Em zêde fêrî vê germayê nebûne. Lê Trokadero bo xwe fênikkirinê cihekî xweş e, berî em dest bo karekî din bibin."


Li her cihekî Parîsê ku av lê be, geştyar bi armanca xwefênikirinê berê xwe didinê, li her derekê jî sîber hebe xelk ji ber germayê diçin ber wê sehê û şemsiye û baweşên dijî şepola germayê tên bikaranîn.


Geştyarê Îtalî li Parîsê Lorenzo Gestery jî got: “Keş û hewa giran e lê bajar ciwaniya xwe parastiye. Ligel germayê jî em kêfxweşin ku hatine vê derê. Em hatine vê derê daku hinekî bi vê avê xwe fênik bikin û paşê li ser geşta xwe ya nav Parîsê berdewam dibin."


Xelkê Parîs û geştyar ji wê germayê bêzarin ku gehiştiye 36 pileyan. Wê şepolê ji xeynî Fransayê çend welatên din ên Ewropayê li xwe girtine. Navçeyên geştyarî jî bi taybetî ew cihên av û çem di wan re derbas dibin, geştyaran li xwe kom dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst