Bastille; ew roja rûyê siyaseta Ewropa û cîhanê guherand

14-07-2023
RÛDAW
Merasîma Roja Bastille li paytexta Fransayê bajarê Parîsê, îro Înê 14ê Temûza 2023an. Wêne: AFP
Merasîma Roja Bastille li paytexta Fransayê bajarê Parîsê, îro Înê 14ê Temûza 2023an. Wêne: AFP
Nîşan Fransa Parîs Roja Bastille
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro Fransî bîranîna mezintirîn bûyera sedsala 18an dikin, ku bûye sedema guhertina rûyê siyaseta Ewropa û hemû cîhanê, ku ew jî êrîşa ser zindana Bastille bû li Parîsê di 14ê Temûza 1789an de.

Ew bûyer wek destpêka şoreşa Fransayê tê binavkirin, ku dawî li sîstema desthilta şahane li Fransayê anî, û azadî, wekhevî, biratî, mafên mirov û mafên medenî anî nav siyaseta cîhana serdem.

Herwiha bû destpêkek ji bo nasyonalîzima serdem û çêbûna dewleta nû li ser bingeha neteweyî. Di wê salê de Parîs birçî û bi hêrs bû.

Xelkê ji ber nêzayê dinaland, herwiha diviyabû baceke zêde bidin heta deynên Şah Luisê Şazdemîn bidin, ku berovajî xelkê, ew bixwe li koşka xwe jiyaneke şahane derbas dikir.

Xitimîna hikûmetê di çareserkirina rewşa darayî û komkirina hêzê li derdora Parîsê hêrsa Parîsiyan teqand.

Parîsiyan bi ser avahiya Disvalid de girtin û dest danîn ser sê hezar tiving û pênc topan.

Lê pêwîstiya wan çekan bi barûdê hebû, ku di zindana Bastille de hatibû veşartin.

Parîsiyan bi ser zindanê de girtin û piştî kuştina nêzîkî 100 welatiyan û heşt pasevanan, zindaniyên Bastille azad kirin.

Herwiha rêveberê zindanê û sê kesên din ji berpirsên wê hatin kuştin, û xelkê bihêrs serê wan jê kirin û li nav kolanên Parîsê nimayîş kirin.

Hemû ew bûyer di roja 14ê Temûzê de çêbûn ku bi roja Bastille tê naskirin.

Piştre Şah Luis neçar bû çend tenazulan bike, lê hêza xelkê zêde bû û paşayê xwe ne tenê li ser textê hukumraniyê anîn xwarê, lê serê Luis û hevjîna wî jî birrîn; bi vî awayî sîstema paşatiyê bidawî bû û komarek çêbû.

Piştî sed salan, di sala 1880 de Fransiyan roja Bastille wek rojeke niştîmanî diyar kirin.

Niha jî her sal bi marşa serbazî, nimayîş û çalakiyên hunerî û lîstikên agirîn, bîranîna wê bûyerê tê kirin, bûyerek ku bû îlham ji bo çend şoreşên din li seranserê cîhanê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst