PE: Em ji biryara Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê dilgiranin

09-07-2021
RÛDAW
Nîşan Parlamentoya Ewropayê Tirkiye HDP Selahattîn Demîrtaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Yekîtiya Ewropayê bo Karûbarê Ewlekarî û Peywendiyên Derve Josep Borrell got “Em ji biryara dadgeha destûrî ya Tirkiyê dilgiranin, ku lîsteya serastkirina taybet bo qedexeya HDPê pesend kiriye. herwihaWezareta Derve ya Tirkiyê bersiva daxuyaniya Parlamentoya Ewropayê ya di derbarê guvaşên Tirkiyê bo ser partiyên opozisyonê bi taybetî HDP de da û dibêje ew daxuyanî dûrî rastiyê ye.

Roja pêncşemê 8ê Tîrmehê Parlamentoya Ewropayê daxuyaniyek derbarê wê proje biryarê belav kir, ku bi dengê 603 Parlamentarên welatên endam li Yekîtiya Ewropayê hatibû pesendkirin, û di derbarê HDPê de hişyarî da Tirkiyê,

Wezareta Derve ya Tirkiyê bilez bersiva daxuyaniyê da û dibêje “Ew biryara roja 8ê Tîrmehê di civîna Parlamentoya Ewropayê de ya di derbarê Tirkiyê de hatibû pesendkirin, mînakeke din a helwêstê alîgirane ye, îdeolojîk û dûrî rastiya Parlamentoya Ewropayê ye”

Parlamentoya Ewropayê roja Sêşemê 6ê Tîrmehê li bajarê Strasburga Fransayê derbarê guvaşên ser HDPê û opozisyona Tirkiyê civiya.

Pêncşema borî jî proje biryarek bi navnîşana `Di serî de HDP guvaşên ser opozisyonê li Tirkiyê` pesend kir.

Nûnerê Yekîtiya Ewropayê bo Karûbarê Ewlekarî û Peywendiyên Derve Josep Borrell got “Cihê dilgiraniya me ye ew rewşa ku Partiya Demokrtîk a Gelan (HDP) tê de ye, û herwiha rewşa Selahedîn Demîrtaş hevserokê partiyê ku ji sala 2015ê ve di zindanê de ye, tevî biryara du dadgehên mafê mirov ên Eweropayê ku daxwaza azadkirina Demîrtaş kirine. Em ji biryara dadgeha destûrî ya Tirkiyê dilgiranin, ku lîsteya serastkirina taybet bo qedexeya HDPê pesend kiriye.”

HDPê ku sêyemîn mezintirîn frakisyona parlamentoya Tirkiyê ye, bi piştevanîkirina terorê ji aliyê desthilatê ve tê tometbarkirin, ku endam û alîgirên wê têne destbiserkirin û girtin.

Ji tevahiya 67 kursiyên parlamentoyê ku di hilbijartinên giştî yên 2018ê de bidest xistibû, 57 kursî di dest de mane.

Ji 65 şaredariyên ku di hilbijartinên xwecihî yên sala 2019an de birine, tenê 6 şaredarî di dest de mane, û herwiha qeyûm li ser nêzîkî ji sedî 90ê şaredariyan hatine danîn.

Di 21 Hezîrana îsal de , qonaxa yasayî ji aliyê Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê vr bo girtina HDPê destpê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst