Trump ji ber destdirêjiya zayendî berpirsiyar hat dîtin

09-05-2023
RÛDAW
Nîşan Donald Trump E. Jean Carroll
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Juriyê Dadgeha New Yorkê biryar da ku Serokê Berê yê Amerîkayê Donald Trump ji ber destdirêjiya zayendî ya li ser jina bi navê "E. Jean Carroll" berpirsiyar e.

Piştî rûniştina hefteyekê ya li Dadgeha Federal a Manhattanê, heyeta 9 kesî ya kuji 3 jinan pêk dihat, îro di berjewendiya E. Jean Carroll de biryar da.

Piştî niqaşa 2,5 saetan juriya dadgehê di doza ku Carroll vekiribû de Trump ji ber "îstîsmara zayendî", "derb" û "sivikatiyê" berpirsiyar dît.

Di biryarê de îdiaya ku Trump tecawiz li Carroll kiriye hat redkirin.

Herwiha juriyê diyar kir ku divê Trump ji bo destdirêjiya zayendî û derbkirinê 2 milyon dolar û ji bo reşkirinê jî 3 milyon dolar bi giştî 5 milyon dolar tazmînat bide Carroll.

Piştî ku biryar hat eşkerekirin Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parvekirinek kir û tê de dibêje “Ez nizanim bê ev kî ye. Ev biryar cihê şermê ye, berdewama nêçîra pîrebokan a herî mezin e.”

Nivîskarê kovarê E. Jean Carroll di sala 2019an de ragihandibû ku Trump di bihara 1996an de li salona cilûbergên dikana bi navê Bergdorf Goodman li New Yorkê destdirêjiya seksî kiriye û tecawizî wê kiriye.

Li aliyê din Trump jî ev îdia red kiribû û gotibû "Ew jin ne tîpa min e."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst