Şandeya Herêma Kurdistanê ji bo foruma aboriyê li Yunan e

09-04-2022
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Yunan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şandeya Herêma Kurdistanê ya ku Cîgirê Serokwezîr Qûbad Talebanî serpereştiya wê dike, ji bo beşdariya Foruma Aboriyê ya Delfiyê serdana Yunanistanê kir.

Şandeya Herêma Kurdistanê di Foruma Aboriyê ya Delfiyê de bi çendîn rêveber û serokan re hevdîtin kir.

Li bajarê qedîm Delfî ya Yunanistanê roja Çarşema borî, di çarçoveya Foruma Aboriyê ya Delfiyê de gelek civîn û hevdîtin hatin kirin.

Di foruma ku tevî îsal 7mîn car in tê encamdan de ji çendîn welatan kesayetên siyasî civînên çandî û aborî li dar xistin.

Herêma Kurdistanê îsal yekemîn car e bi serpereştiya Cîgirê Serokwezîr Qûbad Talebanî beşdarî Foruma Aboriyê ya Delfiyê li Yunanistanê bû.

Cîgirê Berpirsê Ofîsa Peywendiyên Derve yên Herêma Kurdistanê Daban Şadala ku ew jî di şandeyê de ye ji Rûdawê re ragihand, wan di çarçoveya forumê de bi berpirsên Yunanistanê re çend hevdîtin pêk anîne.

Em dixwazin ji tecrubeya Yunanistanê sûde werbigirin

Daban Şadala di derbarê hevdîtinan de got, “Me di forumê de bi Şêwirmendê Siyasî û Ewlehiyê yê Serokwezîrê Yunanistanê û Wezîrê Karûbarên Dîjîtal re civîn li dar xistin, em ê îro jî bi Wezîrê Geştyariyê re bicivin. Dahata Yunanistanê gelemperî ji geştiyarî û veguhestina deryayî tê, ji bo ku em bi hev re bixebitin û ji tecrubeya Yunanistanê sûde werbigirin em dê bi Cîgirê Wezîrê Geştyariyê re jî hevdîtinekê pêk bînin.”

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qûbad Talebanî tê payîn ku îro di Foruma Aboriyê ya Delfiyê de gotarekê pêşkeş bike.

Serokê Foruma Aboriyê ya Delfiyê Simon Tsomokos ji Rûdawê re diyar kir ku ew bi vê forumê dixwazin hevkariya herêmî pêş bixin, bi Tirkiyê re peywendiyên xwe baş bikin û li Behra Spî peywendiyên baştir damezrînin.

Simon Tsomokos her wiha anî ziman, ew hêvî dikin ku welatên rojavayê Balkanan jî rojekê bibin endamê Yekîtiya Ewropayê.

Foruma Aboriyê ya Delfiyê li Yunanistanê dê îro bi dawî were.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst