Li 5 bajarên Ukrayna agirbest tê ragihandin

09-03-2022
RÛDAW
Serbazên Ukraynî li nêzikî Kieva paytext (Wêne: dpa)
Serbazên Ukraynî li nêzikî Kieva paytext (Wêne: dpa)
Nîşan Ukrayna Rûsya Donbas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rûsya ragihand, îro careke din li bajarên Kiev, Çêrnîkov, Sumy, Kharkiv û Mariupol agirbest tê ragihandin, ji bo ku xelkê sivîl bi rêya korîdorên mirovî, ji wan bajaran derkevin. Li aliyê din şer berdewam e û hêzên Rûsî ber bi Kiev ve pêşve diçin. Berpirsên Ukraynî î dibêjin, nêzîkî 20 hezar xwebexşên ji 52 welatan navên xwe tomar kirine, ji bo ku herin Ukrayna şer bikin.

Şer dijwar dibe

Serbazên Ukraynî li bajarê Mykolaiv li başûrê welat ku beşek ketiye destê hêzên Rûsî, sîstemeke dijetank a Rûsî têk birin.

Li devereke din jî bi rêya drona Bayraktar, karwanekî Rûsî tê bombebarankirin. Artêşa Ukrayna cihê êrîşê eşkere nekiriye.

Firokeyên Rûsya jî, di bombebaranê de berdewam in û hêzên bejayî nêzikî Kievê bûne. Agirê bombebaranan bi xanî û avahiyên Kieva paytext ketiye.

Xwebexşên biyanî

Xwebexşên biyanî jî rahênanê li ser bikaranîna çekên dijetank dikin ji bo ku di westandina pêşketina Rûsya de, alîkariya artêşa Ukrayna bikin.

Statîk, xwebexşê biyanî li navê rêzên artêşa Ukrayna, dibêje, “Ez şer ji bo demokrasiyê dikim, ji ber ku demokrasî binirx e û nabe kes biryarê bide ku welatekî din nebe.”

Bi gotina berpirsên Ukraynî, 20 hezar xwebexşên ji 52 welatan navên xwe tomar kirine, ji bo ku herin Ukrayna şer bikin.

Rewşa li Donbasê

Hevdem di sêzdemîn roja şer de, Wezareta Berevainyê ya Rûsya ragihand, hêzên komarên îtîrafpênekirî yên Luhansk û Donetsk, bi piştgiriya Rûsya, di pêşketinê de ne.

Igor Konashenkov, Berdevkê Wezareta Derve ya Rûsya, ragihand, “Li Komara Luhansk a Millî, pêşketin 9 kîlometreyan bû. Serbazên Donetska Millî jî, navçeya Ussaviakhim li Mariupol kontrol kir.”

Niha navçeyên sor ên vê nexşeyê li jêr kontrola Rûsya ne.

Piştî sê gerên gotûbêjan, Rûsya ragihand ku ji îro ve, li Kiev, Çêrnîkov, Sumy, Kharkiv û Mariupol agirbest tê ragihandin, ji bo ku xelkên sivîl bi rêya korîdorên mirovî, ji wan bajaran derkevin derve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst