Netewên Yekbûyî gihandina alîkariyên mirovî ji bo Sûriyê dirêj kir

09-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Netewên Yekbûyî şandina alîkariyên mirovî bo Sûriyê, ji bo 6 mehên din dirêj kir.

Encûmena Ewlekariya Netewên Yekbûyî derbarê gihandina alîkariyên mirovî ji bo Sûriyê îro Duşemê 9ê Çileya 2023yan civiya.

Bi koma dengên endamên Encûmena Ewlekariya Netewên Yekbûyî, gihandina alîkariyên mirovî bi rêya deriyê sînorî yê Bab El-Hawa bo nav Sûriyê bo 6 mehên din hat dirêjkirin.

Berî sala 2021 alîkariyên Netewên Yekbûyî di 4 deriyan re derbasî Sûriyê dibûn, yek ji wan deryan jî deriyê Til Koçber bû, lê bi vetoya Rûsya û Çînê hatin girtin, tenê deriyê Bab El-Hewa maye.

Dawîtirîn karwanê alîkariyên mirovî, ku ji 30 barhilgiran pêk dihat, roja Şemiyê 7ê vê mehê bi rêya Deriyê Bab El-Hewa derbasî wan navçeyan bûn.

12yê i Tîrmeha 2022yan de, Encûmena Asayişa navdewletî destûra veguhestina alîkariyan ji bo heyama şeş mehan, heta Çileya 2022an, bi rêya deriyê Bab El-Hawa re nû kiribû.

Mekanîzma şandina van alîkariyan, bi giranî xizmeta nêzîkî sê milyon kesên ku li herêma Idlibê li bakurê rojavayê Sûriyê ya ku li derveyî kontrola rejîmê dimîne, dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst