Konseya Ewlehiyê ya NYyê pêşnumayên Rûsya û Amerîkayê asteng kirin

26-10-2023
RÛDAW
Nîşan Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî Amerîka Rûsya Îsraîl Xeze
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî pêşnumayên Rûsya û Amerîkayê yên têkildarî şerê Îsraîl û Hamasê asteng kirin.

Nûnerên Rûsya û Çînê di Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de biryarnameya Amerîkayê ya li ser rewşa derdora Îsraîl û Xezeyê asteng kir.

Nûnerê daîmî yê Rûsyayê belgeya Amerîkayê wekî siyasî bi nav kir û got:

“Bi vê projeyê Amerîkayê dixwest ku pêşî li destpêkirina operasyona bejayî ya Îsraîlê li Xezeyê neyê girtin.”

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî duh ji bo nirxandina pêşnuma bîryarnameyên  Rûsya û Amerîkayê yên li ser şerê Îsraîl û Hemasê kom bû. 

Deh endamên Encumena Ewlehiyê dengê xwe dan biryarnameyê, du (Mozambîk û Brezîlya) jî bêalî man.

Ji bilî Rûsya û Çînê, Îmarat jî li dijî biryarnameyê derket.

Di pêşnûmeya biryarnama ya Amerîkayê de banga rawestandina tundiyê û gihandina alîkariyên mirovî ji bo Xezeyê dihat kirin.

Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê yê li Neteweyên Yekbûyî Vasily Nebenzya got ku Amerîka naxwaze biryarên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bandorê li ser "çalakiya serbazî ya gengaz " a Îsraîlê ya li Xezeyê bike.

Nebenzya pêşnûmeya biryarnamê polîtîzekirî, negunca û gumanbar bi nav kir û got:

“Amerîka têbiniyên şandeyên welatên din ên derbarê biryarnameyê de paşguh kiriye.”

Dîplomatê Rûsî bal kişand ser wê yekê ku di metna pêşnûmeyê de banga agirbestê nîne û wiha pê de çû:

“Pêşnûme êrîşên bêserûber ên li ser sivîlan û armancgirtina binesaziyên sîvîl ên li Xezeyê şermezar nake û tê de kiryarên koçberkirina sivîlan bi darê zorê nayê redkirin.”

 Li gorî nûnerê Rûsî, nivîskarên belgeyê ew wisa amade kirine ku "operasyona bejayî ya Îsraîlê” ya li Xezeyê asteng neke.

Amerîka û Brîtanyayê jî pêşnûmeya Rûsyayê asteng kir

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyû  herwiha  pêşnûmeya biryarnama Rûsyayê ya derbarê şer nirxand û red kir.

Pêşnûme ji aliyê Çîn, Rûsya, Gana û Îmaratî ve hat piştgirîkirin û Amerîka û Brîtanya li dijî biryarnameyê derketin û 9 welatên din jî bêalî man.

Di pêşnûmeya biryarê de banga agirbesteke lezgîn dihat kirin û êrîşa Hamasê ya li ser Îsraîlê û êrişên bêserûber ên li dijî sivîl û binesaziya sivîl li Xezeyê dihat şermezarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst