Hewlêr (Rûdaw) - Xelata Nobelê ya Aştiyê ya 2021an rojnamevanên ku li Fîlîpîn û Rûsyayê yên ku ji bo azadiya derbirînê têkoşîn dikirin wergirtin.
Rojnamevana ji Fîlîpînê Maria Ressa û yê ji Rûsyayê Dmitry Muratov yên ji bo azadiya derbirînê têkoşîn dikirin layiqî Xelata Nobelê ya Aştiyê ya 2021an hatin dîtin.
Akademiya Nobelê li ser hesabê xwe yê Twitterê kesên ku Xelata Nobelê ya Aştiyê wergirtine eşkere kir û dibêje “Komîteya Nobelê ya Norwêcî ji ber hewildanên wan ên ji bo parastina azadiya derbirînê, ku ev ji bo demokrasî û aşitiyek domdar şertek e, biryar da ku Xelata Nobelê ya Aştiyê ya 2021an bide Maria Ressa û Dmitry Muratov.”
BREAKING NEWS:
— The Nobel Prize (@NobelPrize) October 8, 2021
The Norwegian Nobel Committee has decided to award the 2021 Nobel Peace Prize to Maria Ressa and Dmitry Muratov for their efforts to safeguard freedom of expression, which is a precondition for democracy and lasting peace.#NobelPrize #NobelPeacePrize pic.twitter.com/KHeGG9YOTT
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse