Li Almanyayê êrişî rojnamevan Erk Acarer hat kirin

08-07-2021
RÛDAW
Nîşan Erk Acarer Almanya Berlin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rojnamevanê Tirk, Erk Acarer ku li Almanyayê dijî û di nivîsên xwe rexneyên li hikûmeta Tirkiyê û Erdogan digire, duh li Berlînê di mala xwe de rastî êrişê hat û hat birîndarkirin. Erk Acarer ragihandiye, yek ji êrişkaran jê re gotiye, “Tu êdî dê nenivîsî.”

Rojnamevan Erk Acarer li hewşa hevpar a mala xwe ya li Berlînê ji hêla sê kesan ve rastî êrişê hatiye. Acarer li ser twîttera xwe ragihand, ku bi kêran û mistan êrişê wî kirine û wêneyeke xwe ya piştî êrişê jî belav kiriye.

Erk Acarer diyar kiriye, ku piştî êrişê ew bo nexweşxaneyê hatiye rakirin û ji ber derbên êrişkaran hin cihên serê wî werimîne. Acarer piştî derketina ji nexweşxaneyê videoyek belav kiriye û têde ragihandiye, di dema êrişê de yek ji êrişkaran bi ser wî de hawar kiriye û jê re gotiye: “Tu êdî dê nenivîsî.”

Wî rojnamevanî di videoya xwe behsa wê yekê dike, ku ji ber li cihê bûyerê gelek kes û şahid hebûn, êrişkaran nekarîne çek bikar bînin û tekez dike: “Ev îsbata vê yekê ye ku her tiştên me li hemberî vê desthilata îslamî û faşîst a AKP, MHP gotiye û nivîsandiye, rast in.”

Acarer herwiha amaje bi wê yekê dike, ku wî zanyarî li ser êrişkaran de heye, lê ji ber ku bi gotina wî karê dezgehên ewlekariyê di lêkolînan de zehmet nebe, ew dê çend rojan navê wan kes û grûpan nade. Ew rojnamevanê Tirk dibêje: “Bersiva pirsa 10 hezar dolar li kuderê ye, tam li vir e.”

Pêştir hatibû îdiakirin ku Sedat Peker ku wekî serokê rêxistineke mafyayî û tawankar li Tirkiyê tê naskirin, dema ku têkiliyên wî û AK Partiyê baş bûn, mehê 10 hezar dolar ji siyasetmedarekî AK Partiyê re dişand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst