Rûsya û Çînê dîsa veto kirin alîkarî ji deriyê Til Koçer re derbas bibin

08-07-2020
RÛDAW
Wê projebiryarê rê dida bi vekirina deriyê Til Koçer bo gihandina alîkariyê bo dema 6 mehan
Wê projebiryarê rê dida bi vekirina deriyê Til Koçer bo gihandina alîkariyê bo dema 6 mehan
Nîşan Rûsya Çîn Til Koçer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rûsya û Çînê careke din gihandina alîkariyan bi rêya deriyê Til Koçer bo navçeyên bakur rojhilatê Sûriyê veto kirin.

Rûsya û Çîn, veto li dijî projebiryara Almanya- Belcîka di Encûmena Asayîşa Navdewletî de ku taybet bû bi gihandina alîkariyên mirovî bo navçeyên bakurê rojhilatê Sûriyê bikar anîn ku ew alîkarî bi riya deriyê Til koçer derbasî rojavayê Kurdistanê dibûn lê ji serê salê de ew deriyê ji ber vetoya Rûsiya û Çîn gitiye.

Ew projebiryar ku rê dida bi vekirina deriyê Til Koçer bo gihandina alîkariya bo dema 6 mehan, 13 dengê erê yên endamên Encûmena Asayîşa Navdewletî bi dest xist li beramber 2 dengên nexêr ku vetoya Rûsya û Çîn yekalîker bûn bo redkirinê.

Nûnerê Amerîka di civînê de ragihand ku  Rûsiya û Çîn  berjewndî û siyasetên xwe di ser jiyana xelkê Sûriyê re dibînin.

Lêbelê lê nûnerên hertimî yê Çînê ew tomet red kirin û îddîa kir ku Amerîka ji aliyekî de dorpêçan bi ser xelkê Sûriyê de disepîne û li aliyê din prose û karên Encûmena Asayişê dike karekî siyasî.

Meha derbasbûyî Almanya û Belçîkayê proje biryareke nû pêîniyaz kiribûn ku rê dida bi vekirina deriyê Til Koçer bo Rojavayê Kurdistanê û li gor çavkaniyên dîplomatîk li Encûmena Asayişa Navdewletî, Amerîka û Brîtanyayê jî piştgiriya wê proje biryarê dikir û di danûstandinan de pêdagirî li ser vekirina xala sînorî ya Til Koçer kirin. Lêbelê Rûsya û Çînê ew proje biryar red kirin.

Netewên Yekbûyî û Rêxistina Tendirustiya Cîhanî tekez dikin, gihandina xwarin û derman rasterast bi rêya Til Koçer gelek pêwîst e û kêm alîkariyên navdewletî bo Rojavayê Kurdistanê bi taybetî di serdama koronayê de “metirsiyeke mezin e.”

Li gor çavkaniyek dîplomatîk, Rûsyayê di danûstandinan de ragihand, eger Amerîka û Brîtanya pêdagiriyê li vekirina Til Koçer bikin, Moskow dê dijayetiya vekirina herdu xalên sînorî Bab el Hewa û Bab el Selam ê jî bike. Lêbelê tevî sazişa Amerîka û hevpeymanên wê li ser vekirina Til Koçer, Rûsya û Çînê ew projebiryar veto kirin.

Ew herdu deriyên ku di reşnivîsa Amerîka û Ewropiyan de niha pêdagirî li ser tê kirin, dikevin wan navçeyên ku piraniya wan Ereb in li bakur rojavayê Sûriyê û çekdarên opozisyonê yên ser bi Tirkiyê ve kontrol dikin. Bi navê hiştina wan du deriyên bo ser navçeyên piraniya wan Ereb in, welatên rojavayî yên endam di Encûmena Asayişê de saziş bo Rûsyayê kirin, lêbelê ew proje biryar dîsa jî şikest xwar.

Rûsyayê jî projebiryara xwe pêşniyaz kirk u kopîyek bo Rûdawê hatiye şandin û tê de tê daxwazkirin xalên sînorî yên El Remze, Bab el Selam û Til Koçer girtî bimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst