Tony Blinken dibe Wezîrê Derve yan Rawêjkarê Asayîşa Niştimanî ya Amerîkayê?

07-11-2020
RÛDAW
Nîşan Tony Blinken Amerîka Wezîrê Derve
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Heta niha hejmartina dengan li hinek wilayetan bidawî nebûye, lê Biden, Harris û kesên nêzîkê wan kar li ser destnîşankirina çend kesên xwedan şiyan bo postên girîng ên îdareya 46emîn serokê welat dikin.

Tony Blinken di gera duyem a Serokatiya Barack Obama de cîgirê Wezîrê Derve bû û niha ji aliyê tîmê Biden ve nirxandin bo wî tê kirin ka gelo bibe Wezîrê Derve yê Amerîkayê yan bibe Rawêjkarê Asayîşa Niştimanî.

Berpirsekî haydarê mijarê di vê derbarê de got: “Blinken an dibe Wezîrê Derve yan dibe Rawêjkarê Asayîşa Niştimanî.” Blinken bi dehên sal e gelekî nêzîkê Joe Biden e.

Biden ji sala 2007 heta 2009ê Berpirsê Lijneya Peywendiyên Derve ya Encûmena Pîran bû û wê demê Blinken jî Rawêjkarê Bilind bû bo siyaseta derve. Dema Biden di sala 2009an de bû Cîgirê Barack Obama, Blinken bû Rawêjkarê Asayîşa Niştimanî ya Joe Biden.

Di gera duyem a Serokatiya Obama de jî, Blinken Cîgirê Wezîrê Derve bû û roleke bi bandor di îmzekirina Rêkeftina Etomî ya sala 2015 a Îranê de dît.

Kesên haya wan ji mijarê heye dibêjin, egereke zêde heye Blinken bibe Wezîrê Derve, lê berbijêr e jî bo bibe Rawêjkarê Asayîşa Niştimanî û dawî Biden biryarê dide ka çi postekî didiyê. Di çend mehên borî de jî Biden di warê siyaseta derve de bi Blinken şêwiriye.

Di wê çarçoveyê de û di dema propagandeya hilbijartina serokatiya Amerîkayê de Blinken ji Biden re got, divê Amerîka vegere nav Rêkeftina Atomî û Rêkeftina Parîsê ya taybet bi guherîna keş û hewayê.

Di dema desthilata Barack Obama de, Tony Blinken çendîn car ligel berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê civiya ye û bi girîngî berê xwe daye bihêzbûna peywendiyên navbera Hewlêr û Washingtonê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst