Deryaya Spî: Belemek binav bû, 3 koçber winda ne

07-05-2023
RÛDAW
Nîşan Deryaya Spî Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Deryaya Spî belemeke koçberan binav bû û 3 koçber winda ne ku guman heye ku xeniqî bin û 40 koçberên jî hatine rizgarkirin.

Masîgirên Tûnisî berî ku keştiya Rescueshipê bigihêje, çûne alîkariya koçberan. Rescueship saziyeke rizgarkirina koçberan a Almanyayê ye.

Berdevkê rêxistina Almanî got, “Dema keştiya me gihîşte cihê bûyerê masîgiran 38 kes rizgar kiribûn. Wan ji me re gotin ku 3 kes winda ne.”

Keştî li başûrê rojhilatê girava Lampedusa ya Îtalyayê binav bûye.

Rêxistina Almanî diyar kir ku koçberên rizgarkirî, hêzên parastina peravê yên Îtalyayê ew birine girava Lampedusa, tevî ku navendên koçberan bi hefteyan e ji ber hejmara zêde ya hatinan tijî bûn.

Li gor amarên Wezareta Navxwe ya Îtalyayê, ji destpêka îsal ve zêdetirî 42 hezar koçber gihîştine Îtalyayê ku ev hejmar nêzîkî çar caran ji çar mehên destpêkê yên sala borî zêdetir e.

Piraniya kesên ku hewl didin bi qaçaxî ji Afrîkaya Bakur derbasî Ewropayê bibin, nagihêjin cihê xwe.

Neteweyên Yekbûyî di 12ê Nîsana 2023an de ragihand ku ji sala 2017an vir ve Kanûn û Adara 2023an ji bo koçberên li Deryaya Navîn demên herî xwînî bûn ku 441 kes xeniqîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst