WHO: Em texmîn dikin ji ber erdhejê 20 hezar kes miribin

07-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdheja Mereşê Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmara welatiyên ji ber erdhejê li Bakurê Kurdistanê, Tirkiye, Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê canên xwe ji dest dane gehişte 4 hezar û 365 kesan û Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî (WHO) jî pêşbînî dike 20 hezar kesan canê xwe ji dest dabin. Li aliyekî din hewlên rizgarkirinê berdewam in.

Roja Sêşemê 7ê Sibata 2023ê Serokê Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD) ragihand ku hejmara qurbaniyên di erdhejê de canê xwe ji dest dane gihiştiye 2 hezar û 921 kesan û hejmara birîndaran jî bo 15 hezar û 834 kesan zêde bûye. Herwiha 7 hezar û 840 kes jî hatine rizgarkirin.

Li gor amarên fermî, hejmara wan welatiyên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ji ber erdhejê canê xwe ji dest dane gehiştiye hezar û 444 kesan. Bi vê jî hejmara welatiyên ji ber erdhejê li Bakurê Kurdistanê, Tirkiye, Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê canê xwe ji dest dane gehişte 4 hezar û 365 kesan.

Hevdem Rêxistina Tendirûstî ya Cîhanî ser bi Neteweyên Yekbûyî texmîn dike ku heta 20 hezar kes ji ber erdhejê canê xwe ji dest bidin. Berpirsa Bilind a Tendirûstiya Cîhanî Catherine Smallwood dibêje: “Berdewam egera herifîna zêdetir heye, lewra em pêşbînî dikin hejmar heşt qat zêde bibe.”

Roja Duşemê 6ê Sibata 2023ê demjimêr 04:17 deqe erdhejek bi hêza 7.7 pile ku navenda wê navçeya Bazarcixa Mereşê bû çêbû û li bajarên Mereş, Amed, Riha, Semsûr, Meletî, Kilîs û Dîlok ên Bakurê Kurdistanê û bajarên Hatay, Edene û Osmaniye yên Tirkiyê bû sedema mirin û birîndarbûna bi hezaran kes.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst