Wezareta Derve ya Amerîkayê: Dem hatiye ku aliyên Iraqî vê xitimandinê çareser bikin

07-09-2022
RÛDAW
Nîşan Wezareta Derve ya Amerîkayê Iraq Herêma Kurdistanê Vedant Patel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê berdevkê Wezareta Derve ji Rûdawê re ragihand, êdî dem hatiye ku aliyên Iraqî dawî li vê xitimandinê bînin. Wî got ku Washington bang li hemû aliyên Îraqî dike ku xwe ji tundûtûjiyê dûr bixin û rêyên aştiyane ji bo çareserkirina nakokiyên xwe werbigirin.

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel di bersiva pirsa peyamnerê Rûdawê Roj Elî Zala de got. “Em bang li aliyên Iraqî dikin ku aram bin, xwe ji tundiyê dûr bixin û rêya aştiyane bidin ber xwe.”

Alîkara Wezîrê Derve ya Amerîkayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn Barbara Leaf roja yekşemê 04.09.2022ê gihîşt Bexdayê û ligel Serokwezîr û Serokomarê Iraqê civiya.

Peyamnêrê Rûdawê armanca serdanê ji Patel pirsî. Û patel jî wiha bersiv da “Ji bilî tiştên ku dawiya heftiya borî hatin pêşkêşkirin ti hûrgiliyên min nînin ku ez bibêjim, lê tiştê ku ez dixwazim bibêjim ew e ku em dîsa di derbarê Iraqê de bawer dikin ku dem hatiye ku hemû alî kêşeya heyî çareser bikin. Em ê bibînin ka em di derbarê serdana wî de hûrguliyên nû bistînin.”

Roja Duşemî 5ê Îlona 2022ê, Barbara Leaf ji hejmareke medyayî re ragihand, karê sereke yê rêveberiya Serok Joe Biden, bi taybetî Wezareta Derve, tekezî li ser aramî û ewlehiya Iraqê ye.

Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê amaje bi aloziyên hefteya borî yên di navbera alîgirên Sedr û Saraya Selam ji aliyekî û grûpên çekdar ên Heşda Şeibî ji aliyê din ve kir, ku di encamê de zêdetirî 30 kes hatin kuştin  “Ewlehiya niştimanî, wezaretên derve, berevanî û saziyên din ên Amerîkayê rewşa Iraqê ji nêzîk ve dişopînin.”

Li gorî wî berpirsê Amerîkî, bûyerên heftiya borî belgeya wê yekê ye ku rewşa siyasî ya Iraqê ber bi têkçûnê ve diçe. “Hefteya borî lêkolîn li ser tundûtûjî û kuştinên li Iraqê kirin, ku ev yek jî hişyariyek bû bo serkirdeyên siyasî ku eger ber bi diyalog û çareseriyê ve neçin, 40 milyon Iraqî li benda jiyaneke baştir in, ku mafê wan e.”

Serdana Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka ku heta niha li Iraqê ye, piştî wê yekê hat, ku çend senatoran bi nivîsa xwe ji Wezareta Derve re daxwaz kiribûn ku rola xwe di çareserkirina kêşeyên petrolê yên di navbera Bexda û Hewlêrê de hebe, ku bûye sedema pirsgirêkan bo kompaniyên Amerîkî.

Peyamnêrê Rûdawê ji berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê pirsî, gelo fişara hikûmeta federal a Iraqê li ser kompaniyên Amerîkî bo bidawîkirina karê xwe ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya danûstandinên Leaf de ye yan na? Patel bersiv da ku ew di derbarê mijarê de hûrgulî tune.

Rûdaw: Armanca serdana Alîkara Wezîra Derve ya Amerîkayê Barbara Leaf bo Hewlêr û Bexdayê çi ye?

Vedant Patel: Ji bilî tiştên ku dawiya heftiya borî hatin pêşkêşkirin ti hûrgiliyên min nînin ku ez bibêjim, lê tiştê ku ez dixwazim bibêjim ew e ku em dîsa di derbarê Iraqê de bawer dikin ku dem hatiye ku hemû alî kêşeya heyî çareser bikin. Di serî de em bang li aliyan dikin ku aram bin, xwe ji tundiyê dûr bixin û rêyên aştiyane bikar bînin. Em ê bibînin ka em di derbarê serdana wî de hûrguliyên nû bistînin.

Rûdaw: Zextên Iraqê li ser kompaniyên petrolê yên Amerîkayê beşek ji gotûbêjan bû?

Vedant Patel: Tiştekî min li ser wê tune ku ez ji we re bibêjm.

Rûdaw: Serdana Nick Granger bo bakurê rojhilatê Sûriyê û hebûna nûneratiya Amerîka li bakur-rojhilatê Sûriyê nîşana wê yekê ye ku Amerîka li wir ciddîtir e û dixwaze rewşê aram bike û êrişên Tirkiyê kêm bike?

Vedant Patel: Li ser vê yekê tiştekî min tune ku ez bêjim, lê ez ê piştî vê kongreyê bişopînim da ku bibînim ka ez dikarim tiştek nû ji we re bibînim.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst