Erdhejekê New York û New Jersey hejandin

05-04-2024
RÛDAW
Nîşan New Jersey New York Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bakurê rojhilatê Amerîkayê erdhejeke bi hêza 4,8 pileyan çêbû.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê ragihand ku erdhejeke bi hêza 4,8 pileyan û 72 kîlometreyan dûrî New Yorkê çêbû.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê herwiha da zanîn ku erdhej bi piranî li New York û New Jerseyê hat hîskirin.

Li gorî zanyariyan heta niha ti ziyanek çênebûye û welatî ditirsin ku erdhejên paşekî li pey hev werin.

Berdevka Koşka Spî Karine Jean-Pierreyê ragihand ku Serokê Amerîkayê Joe Biden ji erdhejê agahdar e û ji bo wergirtina tedbîran bi rayedarên rayedarên federal û herêmî re pêwendî hatiye danîn.

Li aliyê din parêzgarên her du eyaletan jî li ser erdhejê axivîn.

Parêzgarê New Jerseyê Phill Murphy ragihand ku wî Navenda Operasyonên Bilez çalak kiriye.

Parêzgarê New Yorkê Kathy Hochulê jî da zanîn ku rayedarên dewletê dest bi nirxandina rewşê kiriye û dê di saetên pêş de agahiyên berfireh bidin raya giştî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst