Zaxarova bo Rûdawê: Li Idlibê jî divê terorîst bêne tunekirin

05-04-2019
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova
Nîşan Zaxarova Sûriye Terorîst Idlib
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ji Rûdaw re da xuyakirin, ku divê avakirina dadgeheke navdewletî ya taybet bi çekdarên biyanî yên DAIŞê, bi razîbûna wan be jî û got, Rûsya ji bo her alîkariyekê di şerê li dijî terorê de amade ye.

 

Mariya Zaxarova diyar kir ku ne bi tenê li bakur û rojhilatê Sûriyê terorîstên biyanî hene û got: “Li DIlibê jî çekdarên Nusre û komên din hene ku li gor Rûsya ew çekdar jî terorîst in û divê bêne tunekirin.”

 

Peyamnêrê Rûdawê: Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) bang li raya giştî ya cîhanê kirin ku ji bo darizandina çekdarên DAIŞê divê dadgeheke navnetewî were damezrandin. Gelo Moskow amade ye piştevaniya vê pêşniyazê bike?

 

Mariya Zaxarova: Belê haya me jê heye, di dezgehên medyayê de agahî hebû, ku rêveberiya wê rêxistinê piştî ku ragihand ku paqijkirina peravên rojhilatî yên çemê Firatê ji DAIŞê bi awayekî serkeftî  bidawî hatiye, bang li raya giştî ya cîhanê jî kiriye ku divê dadgeheke navdewletî ya taybet bê damezrandin, ji bo darizandina çekdarên terrorist ên biyanî.

 

Girêdayî bi Sûriye re dixwazin balê bikîşnim ser vê yekê, ku pirsgirêka hebûna teroristên bîyanî ne tenê li bakur û rojhilatê wî welatî ye, lê herwiha li bakurê rojavayê jî heye. Bi taybetî li herêma Idlibê, li wê derê di refên Tehrîr el-Şam û komên din de, gelek terorîstên ji dewletên Ewropî, Asya Navîn û heta îslamîstên Uygur ên ji Çînê jî hene.

 

Bê guman, hemû terorîstên biyanî divê ji ber sûcên xwe cezayên xwe yên pêwîst jî bibînin.

 

Vê gavê cezakirina wan,  tenê di asta dewletên neteweyî de mumkun e, bi taybetî li  wan dewletan ku terorîst welatiyên wan in, yan jî li wan dewletan ku terorîst lê hatine desteserkirin.

 

Herçî mijara damezrandina dadgeheke navdewletî ye, divê tevaya civaka navdewletî ya xwedî berpirsiyarî, hizir bikin û şêwazeke bikêrhatî peyda bikin, ka li hember vê rewşê çawa tev bigerin.

 

Ka dadgehîkirina wan kesan çawa mumkun e, yên ku dikevin nava kategoriya terorîstên biyanî û divê ew şêwaz navdewletî be, û li herêmên cuda ku şerê çekdarî lê hene jî bikaribe bê bikaranîn.

 

Em careke din balê dikşînin ser wê yekê ku Rûsyayê çendîn car ragihandiye ku amade ye,  di hemû warên antî terrorê de  bi hemû alî û  partnerên peywendîdar re di nava hevkariyeke nêz de be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst