Rûsya li Ukrayna agirbest radigihîne

05-03-2022
RÛDAW
Nîşan Rûsya Ukrayna
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rûsyayê ji bo vekirina korîdorên mirovahî li ber sivîlan li Ukraynayê agirbest radigihîne. Li gor zanyariyên Wezareta Berevaniya Rûsyayê agirbest demjimêr 10.00 dikeve warê cîbicîkirinê. Her li gor zanyariyan agirbest ji bo niştecihên Mariupol û Volnovakha ye da ku ji bajêr derkevin. Ew herdu bajarên li herêma Donetskê niha di bin dorpêça hêzên Rûsî de ne.

Wezareta Berevaniya Rûsyayê îro, 05/03/2022, agirbesteke demkî li Ukraynayê ragihand daku rê bide sivîlan ku ji bajarên Mariupol û Volnovakha derkevin.

Li gor zanyariyan agirbest dê bi dema Moskowê demjimêr 10.00 (02.00.00 ET) bikeve warê cîbicîkirinê.

Agirbesta demkî

Mykhailo Podoliak, Şêwirmendê serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky derbarê mijarê de li ser hesaba xwe Twitterê daxuyaniyek da.

Mykhailo Podoliak dibêje “Li Mariupol û Volnovakha, korîdorên tehliyekirina mirovî ji bo vekirinê tên amadekirin û ji bo kesên ku bên tehliyekirin stûn tên çêkirin. Aliyan li qada korîdoran bi awayekî demkî agirbest ragihandin.”

Bajarê stratejîk; Mariupol

Bajarên Mariupol û Volnovakha bi qasî 48 km ji hev dûr in û dikevin başûr-rojhilatê Ukrayna, li nêzî sînorê Rûsyayê. Mariupol ku li ser Deryaya Azov e, bajarekî stratejîk e.

Şaredarê Mariupol Vadim Boyçenko berî niha ragihandibû ku bajar ev 5 roj e di bin dorpêç û bombebarana hêzên Rûsî de ye û tekezî li ser vekirina korîdoreke mirovî ji bo derketina sivîlan kiribû.

Şaredarê Mariupol amaje bi wê kiribû, ji ber dorpêça hêzên Rûsî, elektrîk qût bûye, av, xwarin û dermane nemane û xelkê bajar di rewşeke zehmet de ye.

Vekirina korîdorên mirovî

Heta niha ne diyar e ka ev agirbesta demkî dê çend demjimêr an rojan berdewam bike. Di dawî civîna şandên Ukrayna û Rûsyayê de li Belarusê, herdu alî gihiştibûn rêkeftinê ku li Ukraynayê korîdên mirovî ji bo derketina sivîlan bên vekirin.

Şerê Ukrayna û Rûsya îro ket roja 10emîn û hêzên Rûsya li ser pêşveçûna xwe di nav axa Ukraynayê de berdewam in û derdora 25 kîlometre nêzikî Kieva paytext bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst