Welatiyê Sûrî ku 8 sal berê çû Almanyayê bû şaredar

04-04-2023
RÛDAW
Nîşan Ryyan Alshebl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Welatiyê Sûriyeyî Ryyan Alşebl ku di sala 2015an de wek penaber hatibû Almanyayê, wek şaredarê gundekî başûrê rojavayê welêt hat hilbijartin.

Alshebl ê 29 salî, ku endamê Partiya Keskan a Alman e, di hilbijartinên şaredariyê de wekî berendamek ne ji tu partî rawestiya û piraniya dengan li Ostelsheim ku şaredariyek piçûk a li eyaleta Baden-Wurttemberg ku ji derdora 2,500 kesan pêk tê, bi dest xist.

Alshebl piştî ku di hilbijartinê de bi ser ket, deng wekî "sansasyonel" bi nav kir û got ku "gund ji bo tevahiya Almanyayê bûye mînakek ji bo hişmendiya fireh û kozmopolîtîzmê".

Alşebl li Suweyda li başûrê rojavayê Sûriyê di sala 1994an de ji dayik bû. Wî dest bi xwendina lîsansa darayî û bankî kiribû berî ku ew neçar bimîne ji welêt derkeve piştî derketina şerê navxweyî yê Sûriyê. Paşê li Almanyayê wek karmendê dualî şagirtek qedand.

Tevî ku bi sed hezaran penaberên Sûrî, Afganî û yên din li Almanyayê hene, pir hindik wan gihîştine postên giştî yên navdar.

Tenê ji sedî 1.2 ê şaredarên Almanyayê xwedî paşerojeke koçber in, tevî ku ew ji sedî 27 ê nifûsê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst