Li Koreya Başûr birêvebiriya awarte hat îlankirin

03-12-2024
RÛDAW
Nîşan Koreya Başûr Rewşa Awarte
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Koreya Başûr Yoon Suk Yeiol diyar kir ku mixalefet tevî aktîvîteyên dijî dewletê bûye û li welêt "birêvebiriya awarte îlan kir.

Li gorî nûçeya Yonhapê Serokê Koreya Başûr Yoon Suk Yeiol di daxuyaniya xwe ya li qenaleke televîzyonê de mixalefetê bi "tevîbûna fealiyetên dijî dewletê" sûcdar kir.

Yoon ragihand ku li welêt "birêvebiriya awarte" hat îlankirin û got:

"Armanca birêvebiriya awarte ew e ku hêzên alîgirên Koreya Bakur ji holê rake û nîzama azadiya destûra bingehîn biparêze."

Partiya Demokrat a mixalefetê di komîsyona budçeyê de pêşnûmaya budçeyê red kir û derbarê kontrolkarê dewletê û serdozger pêşniyarnameya ku peywirên xwe xirab bi kar tînin pêşkêş.

Tê gotin ku ev biryara Yoon piştî vê pêşniyarnaemyê  hat dayîn.

Di vê navberê de Wezareta Parastinê ya Koreya Başûr di daxuyaniya xwe de telîmat da fermandarên artêşê ku bicivin û di amadebaşiyê de bin.

Ji aliyê din ve, mixalefeta sereke ya li Koreya Başûr piştî îlana "birêvebiriya awarte" bangî parlamenteran kir ku bêne parlamentoyê.

Park An-su wekî fermandarê birêvebiriya awerte hat tayînkirin

Hat ragihandin ku li Koreya Başûr Sererkan General Park An-su wekî fermandarê birêvebiriya awerte hat tayînkirin.

Li gor nûçeya Yonhapê li gor telîmatnameya ku ji hêla General Parkê wekî fermandarê birêvebiriyê hat tayînkirin hat weşandin meşên xwepêşandanê jî di nav de hemû çalakiyên siyasî hatin qedexekirin.

Di telîmatnameya ku li gorî saeta herêmî saet 23.00yan ket warê bichkirinê da hat gotin ku "Hemû çapemenî û weşan di bin kontrola fermandariya birêvebiriya awerte de ne."

Di telîmatnameyê da ferman hat dayîn ku bijîşkên stajyer ên grevê dikin jî di nav 48 saetan de vegerin ser karên xwe.

Kesên ku biryarên rewşa awerte bin pê dikin bêyî biryara mehkemeyê dê werin girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst