Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî xelata Mother Teresa werdigire

03-11-2019
RÛDAW
Îro xelata salane ya Mother Teresa yan Dayiyka Teresa tê dabeşkirin
Îro xelata salane ya Mother Teresa yan Dayiyka Teresa tê dabeşkirin
Nîşan Mother Teresa Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro li bajarê Mumbai yê Hindistanê  xelata salane ya Mother Teresa yan Dayê Teresa tê dabeşkirin, navê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî di nav wê lîsteyê de ye ku tê xelatkirin.

Xelata salane ya Mother Teresa yan Dayê Teresa li bajarê Mumbai yê Hindistanê tê dabeşkirin bo  kesayet û rêxistinên ku şev û rojên xwe kirine yek ji bo xizmetkirina mirovayetî, aştî û dadperweriyê. Navê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî di nav wê lîsteyê de ye ku tê xelatkirin.

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî Husên Qaîdî ku ji dema ew post wergirtiye, bêhtirî 3 hezar Kurdên Êzidî rizgar kirine, hatiye berbijêrkirin ji bo wergirtina wê xelatê.

Qaîdî dixwaze bi rêya merasîma dabeşkirina Xelata Dayê Teresa daxwazê ji Civaka Navdewletî bike da ku hewldanên xwe bo rizgarkirina Kurdên Êzidî kûrtir û zêdetir bikin.

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî Husên Qaîdî dibêje: “Hejmarek rêxistin û kesayetiyan amadebûna xwe pêşan dane daku zêdetir alîkariya wan kesan bê kirin ku ji destê DAIŞê rizgar bûne, bi taybetî jî ew zarokên ku hatine rizgarkirin û hê fikra radîkal a DAIŞê di mêjiyê wan de maye, me daxwaz ji hinek rêxistin û kesayetiyan kiriye ku serdana Herêma Kurdistanê bikin daku ji nêzîk ve wan jan û derdeseriyan bibînin ku hatine sere Kurdên Êzidî."

Husên Qaîdî yek ji hejmarek kesayetî û rêxistinan e, ku destê wan di rizgarkirina hezaran kesên sivîl de hebû.

Hesîne Herbî berbijêrê heman xelatê ye ku yek ji wan xanimên çalakvan e û rola wê di rizgarkirina 72 hezar kesan de hebû ku ji destê mamelekirina bi mirov ve mabûn asê.

Navê rast ê Mother Teresa ku xelat bi navê wê tê dan, Mary Teresa ye, kesayetiyeke olî ya Katolîk a Hindî, bi regez Elbanî ye, rola wê di damezrandina rêxistinên xêrxwazî de hebû, li 133 welatên cîhanê rola wê hebû û bi rêya karê xwe şerê vîrûsa HIV û wan kulbûnan kiriye ku bi rêya bakteryayê çêdibin.

Mother Teresa Awards, Xelata Dayê Teresa salane ye. Bi ser rêxistin, kesayetî û saziyan de tê dabeşkirin ku xizmeta aştî, yeksanî û dadperweriyê dike. Ji sala 2004an ve Xelata Dayê Teresa tê dabeşkirin Merasîma îsal bi navnîşanê "Rûbirûbûna Corên Koletiyê" tê kirin. Nêzîkî 120 sazî û kesayetiyan Xelata Dayê Teresa wergirtiye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst