Şopên kujerê Solingenê li Tirkiyeyê derketin

03-09-2024
Nîşan Solingen Îsa Hesen Tirkiye Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Derket holê ku kujerê Solingenê Îsa Hesen 6 salan li Tirkiyeyê jiyaye.

23yê Tebaxê li bajarê Solingenê yê herêma Nordrhein Westfalenê ya Almanyayê ji bo 650emîn salvegera avakirina bajêr festîvalek dihat lidarxistin.

Penaberê bi navê Îsa Hesen bi kêrê êrişî beşdarên festîvalê kir û di encama êrişê de 3 kes hatin kuştin û 8 kes birîndar bûn.

Îsa Hesenê ku ji Sûriyeyê ye beriya êrişê li bajarê Solingenê li kampeke koçberan dima.

Kujer Îsa Hesen ji 26 salî ye û ji Dêrezorê ye.

Beriya ku êrişî xelkê bike vîdeoyeke xwe digire û bangî hevbîrên xwe dike ku jê re serkeftinê bixwazin.

6 salan li Tirkiyeyê jiyaye

Derket holê ku Îsa Hesen di navbera salên 2016 û 2022yan de li Tirkiyeyê jiyaye.

Der Spiegelê ragihand ku 2 birayên wî jî li Tirkiyeyê ne.

Li hêla din, dêya wî û du xwişkên wî li Şama paytexta Sûriyeyê dijîn.

Fatîmaya xwişka wî ji Der Spiegelê re got, “Piştî ku Dêrezor ket destê DAIŞê bavê min Îsa şand Tirkiyeyê.”

Fatîmayê diyar kir kur Îsa yekî “rûken” û “henekoyî” bû û li pey çû:

“Eger hebû Tirkiye Îsa vegerîna Sûriyeyê û wê demê dibe ku biçûya leşkeriyê. Ji ber vê yekê jî berê xwe da Almanyayê.”

“Dibe ku hinekan aqilê wî ji rê biribe”

Çalafê bavê Îsa jî diyar kir ku kurê wî di bandora hinekan de maye û got:

“Nabe ku kurê min tiştekî wiha kiribe, min ew bi destên xwe mezin kir.

Em ji ber pirsgirêkan û tundiyê reviyan, min ji Xwedê re gelek dia kirin ku şaştêgihiştinek hebe.

Belkî bi tevahî nîzanîbû çi dike yan jî hinekan aqilê wî ji rê biribe.”

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz piştî vê bûyerê gotibû ku ew dê wergirtina çekan zehmettir û sînorên xwe asêtir bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst