Alan Kurdî li cihê ku xeniqî hat bi bîranîn

03-09-2020
Nîşan Alan Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pênc  sal di ser mirina zarokê ji herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê, Alan Kurdî yê 3 salî re derbas dibe û di pêncemînn salroja wê bûyerê de hunermend û piyanîst Karsu Donmez destegulek danî li cihê ku Alan Kurdî canê xwe ji dest dabû. Herwiha hunermenda hinerên dîtbarî Duygu Ugur li cihû bûyerê çalakiyeke hunerî lidarxist.

Alan Kurdî yê salî di Îlona sala 2015an de ligel dayîk û biryarekî xwe, dema ku dixwestin biçin Ewropayê, di nav deryayê de xeniqîbûn. Ji wê rûdanê tenê bavê Alan rizgar bibû..

Termê Alan Kurdî heman rojê li peravên Bodrumê û di demekê de ku li ser rû û singê xwe ketibû û pêlên avê li ser û rûyê wî diketin, hatibû dîtin û belavbûna dîmenê dîtina termê wî bi wê awayê dilşewat, dengvedanek mezin li cîhanê çê kir.

Her çiqas 5 sal di ser mirina Alan re derbas bûye jî lêbelê êş û kula ku li dûv xwe hişt, hêj teze ye û birînan kew negirtiye.

Piştî bûyera trajîk, Alanê piçûk hersal 2yê îlonê li cihê mirî hate dîtin tê bibîranîn.

Hunermend û piyanîst Karsu Donmeza ku li Amsterdamê dijî û ji bo konseran li Tirkiyê ye jî çû cihê ku Alan lê canê xwe da.

Karsu Donmez  diyar kir ku ji bo dê û bav, mirina zarokên wan, birîna herî xedar e, kula herî giran e.

Donmezê bal kişand ku mirina zarokan dilê wê zehf diêşîne û wiha pê de çû: “Zarok ji bo tiştên beredayî dimirin ku yek ji van jî Alan e. Ez îro divê li vê qeraxê bûma. Bi min divê ev yek ji bo dinyayê bibe şîret. Lewra ti zarok vê yekê heq nakin. Dema min ew wêne dît, ez 2-3 rojan bi ser xwe ve nehatim. Çend sal berê min li Amsterdamê li îstasyona trênê alîkariya zarokan kir. Zarokekî dişibiya Alan min dît. Min jê ra got 'Tu gelekî bisûd î'. Mixabin siûda Alan tinebû.”

Ji aliyê din ve hunermenda hinerên dîtbarî Duygu Ugur jî li cihê bûyerê bo boneya salvegera mirina Alan Kurd û bala bikêşine li ser rewşa zarokên koçber xebata xwe ya bi navê “Enstalasyona Hêviyê” pêşan da.

Duygu Ugur diyar kir ku ew bi dîmenê termê Alan Kurdî gelek dilêş bûye û got ku ew dixwaze bi vê calakiyê wê bûyara dilşewat bi bîr bîne û neyê jibîrkirin.

Ugur got: “Min bi xebata xwe ya Enstalasyona Hêviyê tekezî li ser Madeya 2yem a Beyannameya Mafên Mirovan ku dibêje tevahiya zarokên li cîhanê xwediyê heman mafî ne û ti sedemek nabe bi awayekî neheq reftar ligel zarokan bê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst