UNICEF: Ji bo nehîştina zewicandina zarokan 300 salên din pêwîst in

03-05-2023
RÛDAW
Nîşan UNICEF Zewicandina Zarokan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) dibêje zewicandina zarokan her ku diçe kêm dibe lê dibe ku 300 salên din hewce bikin ji bo ku ev diyarde bi temamî ji holê rabe.

Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) roja Sêşemê 2ê Gulana 2023an di raporekê de ragihand, “Di van 10 salên borî de, me pêşketineke baş di nehîştina zewicandina zarokan de bi dest xist lê karekî zêdetir hewce ye.”

UNICEFê got, “Li gorî şêwaza niha, dibe ku ji me re 300 sal hewce bikin ku zewicandina zarokan bi dawî bibe.”

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, li seranserî cîhanê 640 milyon keçik hene berî ku bibine 18 salî hatine zewicandin. Her wiha li cîhanê her sal nêzîkî 12 milyon keçik berî ku bibine 18 salî tên zewicandin.

Neteweyên Yekbûyî dibêje zewicandina keçikan di 25 salên borî de kêm bûye. Wek mînak ji %25ê ew jinên ku di sala 1997an de temenê wan di navbera 20 û 24 salî de bûne berî 18 saliya xwe hatine zewicandin lê ev rêje di sala 2012an de daket ji %23an û di 2022an de ji %19an lê dîsa jî ev hejmar bilind e û ji bo ji holê rakirina vê diyardeyê divê zêdetir xebat bên kirin.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, piraniya wan kurên hatine zewicandin jî, temenê wan di navbera 12 û 17 salî de ne.

Rêvebera UNICEFê Catherine Russell got, “Cîhan bi qeyranan ve hatiye girêdan, berî her tiştî jî zewicandina zarokan ku hêvî û xeyalên gelek zarokan, nemaze keçên ku divê bixwînin ne ku bibin bûk, ji holê radike.”

Di rapora UNICEFê de hatiye gotin her çend zewicandina keçikan, “binpêkirina eşkere ya mafên zarokan e lê malbat zewacê ji bo keçên xwe wek parastinekê dibînin û bawer dikin ku ew ê çavkaniyên aborî û parastina fîzîkî ji wan re bîne.”

Li gorî raporê ji sedî 45ê keçên ku beriya 18 saliyê têne zewicandin li Asyayê ne û ji sê parên wan jî li Hindistanê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst