Blinken daxwaz ji Lavrov kir rojnamevanê Amerîkî yê girtî bê berdan

03-04-2023
RÛDAW
Nîşan Amerîka Antony Blinken Rûsya Sergey Lavrov
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Amerîkayê di peywendiyeke telefonî de daxwaz ji Wezîrê Derve yê Rûsyayê kir ku rojnamevan û nûçegihanê The Wall Street Journal, Evan Gerşkoviç serbest were berdan ku heftiya bihorî li Rûsyayê hatiye girtin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken derbarê rojnamevanê Amerîkî de ku bi tometa sîxuriyê li Rûsyayê hatiye girtin, roja Yekşemê 2ê Nîsanê peywendiyeke telefonî pêk anîn.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Derva ya Rûsyayê da hat diyarkirin ku peywendiya telefonî ya navbera Lavrov û Blinken bi însiyatîfa aliyê Amerîkî bûye.

Her du wezîran derbarê rojnamevanê Amerîkî yê girtî Evan Gerşkoviç de gotûbêj kirine û di daxuyaniyê de tê destnîşankirin, “Blinken bal kişand ser wê yekê ku divê rêz li biryarên rayedarên Rûsyayê bê girtin, li gorî qanûn û erkên navneteweyî yên Federasyona Rûsyayê.”

Wezareta Derve ya Rûsyayê herwiha dibêje, tekezî hat kirin ku “zextên rayedarên Washingtonê û medyaya rojavayî ku dixwazin hewayeke siyasî li vê dozê zêde bikin, nayê qebûlkirin.”

Di daxuyaniyê de Lavrov amaje bi wê yekê kir ku Gershkoviç di bin navê rojnamevaniyê de dema hewl dida “zanyariyên nihênî yên veşartî yên dewletê” bidest bixe, hatiye desteserkirin û tekezî li ser wê yekê hat kirin ku dê çarenivîsa wî welatiyê Amerîkî di dadgehê de were diyarkirin.

Di hevdîtinê de behsa hin mijarên aktuel jî hat kirin.

Servîsa Ewlekariya Federal a Rûsyayê (FSB) di 30ê Adarê de ragihandibû ku nûçegihanê The Wall Street Journal a Amerîkî yê Moskowê Evan Gershkovic li bajarê Yekaterînburgê bi tohmeta sîxuriyê hatiye desteserkirin.

FSB, Gershkovic bi wê yekê tohmetbar kiriye ku bi fermana aliyê Amerîkî zanyariyên nihênî yên hikûmetê kom kirine.

Antony Blinken herwiha daxwaza berdana serbazekî hêza deryayî ya Amerîkayê yê bi navê Paul Wilan jî kir ku berî pênc salan bi tohmeta sûxuriyê hatibû desteserkirin û dadgeha Rûsyayê 16 sal cezayê girtîgehê li wî biriye.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst