Bajarê geştûguzarî û pîşesazî li Rûsyayê: Krasnodar

03-03-2021
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Hejmara şêniyên herêma Krasnodarê nêzîkî 5 mîlyon û 700 hezar kesan e
Hejmara şêniyên herêma Krasnodarê nêzîkî 5 mîlyon û 700 hezar kesan e
Nîşan Krasnador Rûsya
A+ A-

Krasnodar (Rûdaw) - Krasnodar, yek ji bajarên mezin ên li başûrê Rûsya û li bakûrê Qafqasyayê ye, ku dikeve 1350 km ber bi başûrê Moskowayê. Dûrahiya bajêr ji Deryaya Reş 120, ji Deryaya Azovê 150 km e.

Bajarê Krasnodar navenda rêveberîya herêma Krasnodarê ye, ku herweha di dîrokê de weke Kûban jî tê naskirin.

Bi awayekî ne fermî pir caran jê re paytexta başûrî ya Rûsyayê jî tê gotin.

Krasnodar bajarekî dêrîn nîne. Bingeha wî nêzî 230 sal berê, dema ku Rûsya dest bi kontrolkirina Qafqasyayê kiribû, hatiye danîn. Lê bi tenê 155 sal e ku statuya bajêr pê hatiye dayîn.

Geştûguzarî, li herêma Krasnodarê geşdar e, ji ber avhewaya wê ya nerm û nêzîkbûna wê ya deryayan. Ji xwe ciyên geştûguzarî zêdetir li peravên deryayê ne. Lê di werza zivistanê de hejmara geştiyaran li bajarê Krasnodar bi xwe jî kêm nîne.

Geştiyar ji bakûr rojavayê Rûsyayê Anastasiya Kolbîna dibêje: “Ez ji dil û can hez ji Krasnodarê dikim. Salên min ên xwendekariyê li vê derê derbaz bûne. Her serdaneke min a bi vî bajarî kêfxweşiyeke  mezin e. Û her car z bi dilşadî dibînim ku bajêr diguhêre, her diçe ciwantir dibe. Ev parkê ku em niha lê ne, cihekî pir bê hempaye. Çi zivistan, çi havîn, dilê mirov rehet dibe, ku dikare li ciheke weke vê derê heye û mirov dikare lê seyranê bike.”

Geştuguzarî sektoreke giring e ji bo aboriya Krasnodarê. Pişka vê sektorê di dahata herêmê de nêzî 20% ye. Lê li tevaya Rûsyayê ev rêje bi tenê 1,3% ye.

Hejmareke mezin şêniyên Sîbîrya û Rojhilata Dûr a Rûsyayê, ku zivistanê lê germahiya hewayê dikeve 50 pille bin sifrê, çêtir dibînin ku zivistanê li Krasnodarê bimînin.

Nadejda Sibiryaçka dibêje: “Li vir zarok kêm nexweş dikevin. Li Sîbîryayê, ku  em berê lê dijiyan, zarên me bi berdewamî nexweş dibûn, her tim dikuxiyan. Lê li vî bajarî zarokên me hema bêje nexweş nakevin. Nayê bîra min, ku kurê min ji ber nexweşiyê neçûbe mektebê. Jixwe, ji bo tenduristiya zarokên xwe em hatine vî bajarî.”

Hejmara şêniyên herêma Krasnodarê nêzî 5 mîlyon 700 hezar e, ku zêdetir ji yek mîlyon ji wan li navendê dijîn. Pêkhateya etnkî ya herm jî pir rengareng e. Rûs, Kazakên Kûbanê û Ûkrayînî piranî bin jî, hejmareke mezin neteweyên din ên mîna Çerkez, Adig, Ermenî, Tatar û Kurd jî  li herêmê akincî ne.

Şêniyê Krasnodarê nivîskarê Kurd Hejarê Şamil jî dibêje: “Girîngiya vî bajarê ji bo Kurdan heye ji ber ku li vê derê bi hezaran Kurd dijîn. Di van demên dawiyê de hejmara Kurdan zêde bûye û hêj zêdetir jî dibe. Jixwe Krasnador nêzîkî Kurdistanê ye û cihekê biçek germ e, lewma Kurd berê xwe didin vê derê. Herwiha çiya jî derdorê hene ev yek jî wiha dike ku Kurd ji Krasnadorê hez bikin.”

Dema ku sala 1793an Şahnaûya Împaratoriya Rûsyayê Duyemîn Katerîna fermana avakirina vê bajarê dide, navê Yekaterînodar – an ku diyariya Katerînayê lê dike. Lê piştî Şoreşa Oktoberê, bolşevîk nave bajêr diguherînin û dikin Krasnodar, an ku diyariya sor – ku rengê Komûnîstan bû.

Ji bo Rûsyayê Krasnodar roja îro hem weke navendeke zanist, endustirî, kiştûkalî û geştugizariyê ve herêmeke geşdar e,  hem jî  bi erdnîgariya xwe ve herêmeke herî stratejîk e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst