Xelkê resen ên Amazon parêzgariyê li daristana xwe dikin

03-09-2019
RÛDAW
Agirê li daristanên Amazonê heta jî nehatine kontirolkirin
Agirê li daristanên Amazonê heta jî nehatine kontirolkirin
Nîşan Amazon Şewat Agir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Agirê li daristanên Amazonê heta niha jî nehatine kontirolkirin. Berazîlê bi hezaran serbaz ji bo kontirolkirina agir şandiye Amazonê. Xelkên resen ên daristanên Amazonê bi rêyên taybet alîkariya çalakvanên jîngehê û tîmên agirvemirandinê dikin.

Xelkê resen yên Amazonê dibêjin, ew daristan cih û warê wane, û bi ti awayî dest ji wî warî bernadin.

Li Gundê Kirimce yê ku li nava daristana Amazonê, tîmeke jîngehparêzê bost bihost bihost wê navçeyê dipeşkinînin û raporan bo ziyana darsitana xwe amade dikin, her carê li nava şûnekî digerin, li xelkê resen yên Amazon rast tên.

Berpirsê Tîma Çavdêriyê Paulo Roberto dibêje: “Em karê rojane dikin û li nav rûber û deveran li xelkê resen digerin. Îro kêşeyek heye li gel cotkaran ku perjînên malên xwe li nava zeviyên xelkê resen dihêlin, û kêşeyek din heye ku tîmên taybet bi warê jîngehê kêm in, girîng e rêxistinên warê jîjgehê bêne vir.”

Serokê eşîra gundê Kirimncê Kadir Keyapo li nava daristanê digere û ji şewta navçeya xwe gelek dilgiran û aciz e, bi gotina wî ew rojane kar dike bo parstina jîngeha mayi da ku neyê şewîtandin.

Serokê eşîra gundê Kirimncê Kadir Keyapo yê temen 66 salî ku gelek alîkarî pêşkêşî grûpa jîngeh parêz kiriye dibêje: “Dema hatim vir gelek dar hatibûn birîn, min gundê Kirimncê ava kiriye û divê ez jîngeha wê biparêzim û nehêlim darên wê bêne birîn, ji ber ez parastina resenbûna vê navçeyê dikim.”

Daristana Amazon demeke dirêje rastî şewîtandinê tê, lê ji roja 15 meha borî ve, asta agir zêdetir bûye û rêjeyeke bi qasî ji sedî 20 hatiye şewîtandin û tirs li ser koçberkirina xelkê wê yê resen heye ku ji sedî 14 ji xelkê Berazîl nava amazon ve dijîn, herwiha metrisiyeke mezin li ser jîngeha wê çê bûye, bi teybet dema ku her diçe şewat û birîna daran zêde dibe û beşekî mezin ji ajelên wê jinav diçin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst