Almanya 32 koçberên rizgarbûyî ji Îtalyayê werdigre

02-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Almanya 32 ji wan koçberên rizgar bûne werdigre ku meha derbasbûyî belema wan li nêzîkê peravên başûrê Îtalyayê niqûm bûbû. Roja Şemiyê, Rêxistina Koça Navdewletî (IOM) ragihand ku rêxistina wan firokeyeke taybet amade kirine û roja Îna borî 32 ji wan koçberên rizgar bûne ji Îtalyayê veguhestine bajarê Hamburgê yê Almanyayê.

Roja 26ê Sibatê, belemeke koçberan binav bûbû ku zêdeyî 160 koçber têde bûn, li nêzîkê Herêma Calabria ya başûrê Îtalyayê niqûm bûbû û di encama de zêdeyî 90 koçberan canê xwe ji dest dan û zêdeyî 80ê koçber jî rizgar bûbûn.

Rêxistina Koça Navdewletî dibêje, kêfxweş e hevkariya her pêngaveke wiha ji aliyê welatên Ewropa ve bike û koçberan jî veguhêze bow î welatî. Li gor medya fermî ya Îtalyayê, ew 32 koçberên ji aliyê Almanyayê ve hatine wergirtin, kesûkarên piraniya wan li Almanyayê ne, 28 ji wan Afganî ne, 2 Sûriyeyî, yek Iraqî û yek jî Somalî ye, dema gehiştin wî welatî dikarin rasterast daxwaza mafê penabertiyê bikin.

Hikûmeta rastgir a Îtalyayê bi serokatiya Giorgia Meloni, ji dema di meha Cotmeha sala borî ve dest bi kar kiriye, berdewam daxwaz ji welatên Ewropayê kiriye ku koçberên zêdetir werbigrin. Bi taybetî piştî zêdebûna pêla koçberan ji welatên bakurê Efrîqa û Rojhilata Navîn bo wî welatî.

Li gor amarên fermî yên hikûmeta Îtalyayê, di sala 2022an de zêdeyî 105 hezar koçber çûne nav axa Îtalyayê ku piraniya wan bi rêya derya û bi beleman çûne wî welatî.

Lê piştî binavbûna wê belema tejî koçber, rêxistinên mirovî hikûmeta Romayê bi wê yekê tohmetbar kirin ku karê zêdetir nekirine daku belema koçberan niqûm nebe û çendîn car jî Îtaliyan li dijî tedbîrên dijwar ên hikûmeta Îtalyayê li beramber koçberan xwepêşandan kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst