Serokwezîra Fînlandê bo Rûdawê: Perwerdehî karê me yê sereke ye û em dê li mirovên asayî xwedî derkevin

02-04-2023
Zinar Şîno
Serokwezîra Fênlandê Sana Marîn. Wêne: Rûdaw
Serokwezîra Fênlandê Sana Marîn. Wêne: Rûdaw
Nîşan Fînland Hilbijartinên Fînlandê Sana MArîn
A+ A-

Helsînkî (Rûdaw) - Di kêliyên dawî yên kampanya hilbijartinê ya Partiya Sosyal Demokrat a Fînlandê de Serokwezîra Fînlandê ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku ew ê hay ji mirovên ji rêzê hebin û got, "perwerdehî karê me yê sereke ye."

berbijêr û hilbijêrên Partiya Sosyal Demokrat a Fînlandê li benda Serokwezîr û seroka partiyê Sanna Marin bûn. Hilbijêrek ku mamosteyekî xanenişîne, dixwaze Sana Marin di çar salên pêş de serokatiya hikûmetê bike.

Mamosteyê xanenişîn Yerk Johan Velsted dibêje “Sana Marîn di hikûmeta xwe de karekî pir baş kiriye, û ez hêvî dikim ku ew karibe berdewam be.”

Serokwezîrê Fînlandiyayê di bersiva pirseke Rûdawê ya der barê encamên hilbijartinê de got, "Bêguman em dixwazin di hilbijartinan de bi ser bikevin, em dixwazin ji bo siberojeke domdar, pêşerojeke wekhev û pêşerojeke ku her kes bi jiyana xwe re adapte bibe, bixebitin."

Di beşeke din a axavtina xwe ya ji Rûdawê rê Serokwezîra Fînlandê Marîn dibêje “Di vê hilbijartinê de dê gelek mijar bên nîqaşkirin. Pêşîniya me ya sereke perwerde ye û em dixwazin sektora xwe ya perwerdehiyê bêtir pêş bixin, û em dixwazin piştrast bikin ku her kes di jiyana xwe ya rojane de xwediyê wan xizmetên ku pêdiviya wan bi wan heye, nemaze ku niha enflasyon di aboriya Fînlandiya de pir zêde ye. Em dixwazin piştrast bin ku mirovên asayî yên li Fînlandiyayê karibin tiştên ku ji wan re hewce ne bi dest bixin.”

Partiya Perûs a Fînlandê weke partiya herî rastgir û heta nijadperest tê binavkirin û şanseke mezin heye ku di parlamentoya bê de bibe hêza herî mezin. berbijêrekî partiyê rewşa aborî bi zehmet bi nav dike û dixwaze di çar salên bê de rewşa aborî baş bike.

Berendamê partiya Perus Samolî Votella dibêje  "Karê me yê pêşîn ji bo çar salên din, çareserkirina rewşa aborî ya Fînlandiyayê, bêguman di programa me de ye ku em alîkariya kardêrên nû bikin û hewl bidin ku zêdetir kesan bidin xebitandin."

Partî û namzedan di kempîneke dirêj û dijwar de nêrînên xwe bi dengderan re gotûbêj kirin û sindoqên dengdanê jî amade ne ku çarenivîsa Fînlandiyayê ji bo çar salên bê biryar bidin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst