Nivîskarekî Ermenî li Yunanê hat desteserkirin

02-01-2022
RÛDAW
Nîşan Sevan Nîşanyan Yûnan Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskarê Ermenî Sevan Nîşanyan ê ku ji Tirkiyê reviya ye û li Yunanê bicîh bûye, ji aliyê polîsê Yunanê ve hat desteserkirin û hevjîna wî jî dibêje: “Radestî Tirkiyê dikin.”

Sevan Nîşanyan ê temen 66 salî ku nivîskarekî çalak ê nav torên civakî ye, roja Pêncşembê 30ê Kanûna 2021ê li Girava Sirosê ji aliyê polîsên Yunanê ve hatiye desteserkirin.

Hevjîna Nîşanyan, İra Tzouro li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsiye: “Desthilata Yunanê dirêjkirina mohleta niştecihbûnê ya Nîşanyan red kir û desteserkirin. Lewra eger heye Yunan hevjînê min radestî Tirkiyê bike.”

Biryar e roja Duşembê 3ê Çileya 2022ê, Dadgeha Girava Sirosê biryarê li ser çarenivîsa Nîşanyan bide. Sevan Nîşanyan di sala 2014an de li ser bingehê “avakirina neyasayî” hat girtin û wê demê gotibû: “Tohmetekî çêkirî ye. Armanc jê girtina wan kesan ku rastiyan dibêjin.”

Sevan Nîşanyan li Tirkiyê bi lêkolînên li ser “Bingehê Dîroka Peyvên Nav Zimanê Tirkî” ve mijûl bû û di wê derbarê de ferhengek bi navê “Etîmolojiya Tirkiya Hemdem” belav kiriye. Nîşanyan sala 2017an ji girtîgehê reviya û li Yunanê daxwaza penaberiyê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst