Encûmena Leşkerî ya Sûdanê bi biryarekê dibistanên welat girtin

01-08-2019
RÛDAW
Biryar piştî wê yekê hat dayîn ku 5 xwendekar di xwepêşandanên Sûdanê de hatin kuştin
Biryar piştî wê yekê hat dayîn ku 5 xwendekar di xwepêşandanên Sûdanê de hatin kuştin
Nîşan Sûdan Dibistan Encûmena Leşkerî
A+ A-
Hewlêr (Rûdaw) - Piştî kuştina 5 xwendekaran li paytexta Sûdanê bajarê Xertûmê û daketina bi hezaran ji xwepêşanderan, encûmena leşkerî li wî welatî biryar da ku dibistanên wî welatî ji bo demeke ne destnîşankirî werin girtin û proseya xwendinê jî were rawestandin.

 

Biryara Encûmena Leşkerî gelek dilgiranî li cem xelk û xwendekaran çêkirî ye, ew daxwaz dikin ku jidêvla dibistan werin girtin, jiyana xwendekarana were parastin.

 

Li bajarê Xertûmê bi dehan dibistanên ên bajêr bi biryareke Encûmena Leşkerî ya Sûdanê hatine girtin û proseya xwendin û fêrbûnê li wan hatiye rawestandin. Vê yekê jî nîgeranî li ba beşeke zêde ya xelkê Sûdanê çêkiriye.


Akinciyekî Xertûmê dibêje: “Rawestandina fêrkirinê biryareke şaş e. Ji dêlva rawestandina proseya fêrbûnê, divê bizanin sedemên van tiştan çi ne, aliyê emnî yan her tiştekî din ku bandorê li xwendinê dikin, ne ku li ser bingehê pêşbîniyan.”


Ev biryara Encûmena Leşkerî ya Sûdanê piştî wê yekê hat ku roja Sêşemê li ser kuştina 5 xwendekaran bi hezaran kes rijiyan ser cadeyan û xwepêşandan kirin.  Beşek ji Sûdaniyan dibêjin, Encûmena Leşkerî divê bi vê biryarê ji xwe şerm bike, ji ber ji dêlva parastina canê xwendekaran biryara girtina dibistanan daye.


Akinciyekî din ê baêr got: “Ew şermeke mezin e bo Encûmena Leşkerî, ji ber ew, ew kes in ku ji asayîş û herwiha jiyana xelkê vî welatî berpirs in. Divê ew asayîşa xelkê biparêzin, ne wiha li wan bikin bi pey asayîşê de bigerin. Ew divê asayîşê biparêzin û herwiha yekem alî ne jî ku çek bi wan re ye, hêza wan heye.”


Girtina dibistanan li Sûdanê nîgeraniyeke zêde li ba xelkê vî welatî çêkiriye, bi taybetî jî li ba dayîk û bavan ku nîgeraniya wan ew e, ev biryar bandorê li proseya fêrbûn û herwiha siberoja zarokên wan bike. Hevdem xelkê Sûdanê daxwazê ji Encûmena Leşkerî û Opozîsyonê dikin ku lezê bidin danûstandinên xwe bo pêkanîna hikûmeteke sivîl û Sûdanê ji vê rewşa ketiyê rizgar bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst