Ew polîsê amerîkî ku xortê çermreş kuştibû îro tê darizandin

01-06-2020
RÛDAW
Nîşan Amerîka George Floyd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wiha biryar e, ku ew polîsê çermspî yê amerîkî ku heftiya bihorî li bajarê Minneapolis xortekî çermreş kuştibû, îro bihê darizandin.

Li Amerîkayê, xwepêşandan û bertekên nerazîbûnê li dijî kuştina welatiyê çermreş George Floyd berdewam in ku bi destê polîsekî çermspî hatibû kuştin, hikûmeta federal a Amerîkayê jî ji bo kontrolkirina rewşê 5000 kes ji zêrevanên niştimanî li 15 wilayetan belav kir.

Hevdem bi sedan kes ji aliyê polîsan ve hatine desteserkirin, ku di nav wan de rojnamevan jî hene.

Li Washington DC ya paytext, xwepêşander li ber Koşka Spî kom bûne, herwiha roja Yekşemê xwepêşanderan agir berdane dêrekê, li çend wilayetan jî bûyerên dizîkirin û talankirina dikan û depoyan çêbûye.

Biryar e îro Duşemê ew polîsê bi kuştina George Floyd tawanbar e, were dadgehîkirin.

Xwepêşandanên li dijî kuştina George Floyd ji roja Sêşema bihorî ve destpê kirine û heta niha jî berdewam in, ji xeynî Amerîkayê li çend welatên din ên wek Îran, Brîtanya û Almanyayê jî bo heman armancê xwepêşandan hatin kirin.

Roja Duşemiya bihorî li bajarê Minneapolis li wilayeta Minnesota ya Amerîakyê, çar polîsan zilamekî çermreş ê 46 salî bi navê George Floyd bi tometa saxtekariyê disekinînin. George Floyd di nava otomobîla xwe de bûye û polîs wî tînin xwarê, piştre yek ji wan polîsan ew zilamê çermreş dixe ser erdê û çûka xwe dixe ser stuyê wî zilamî.

Tevî ku ew zilamê çermreş çend caran ji polîsan re dibêje, ku nikare nefesê bide û daxwaz ji polîs dike ku çûka xwe li ser stuyê wî rake, lê polîs guh nade wî û bo dema çend xûlekan ew rewş wisa berdewam dibe, di encamê de George Floyd ji hişê xwe diçe û wî radikin nexweşxaneyê lê li wê derê canê xwe ji dest dide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst