'Koşka Spî piştgiriya Kurdistaneke bihêz û mafên wê yên destûrî dike'

01-03-2024
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Jake Sullivan Brett McGurk Koşka Spî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê Jake Sullivan got, “Koşka Spî piştgiriya Kurdistaneke bihêz û mafên wê yên destûrî dike.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî doh êvarê bi Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê Jake Sullivan re civiya.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser civîna Mesrûr Barzanî û Jake Sullivan Daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê Jake Sullav ragihand ku Joe Biden “silav û rêzên xwe pêşkêşî Serok Barzanî û Serokwezîr dike û tekez kiriye ku Koşka Spî piştgîriya Kurdistaneke bihêz û mafên destûrî yên gelê Kurd dike.”

Herwiha di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Sullivan “pesna mêrxasî, têkoşîn û qurbanîdana Pêşmerge bi taybetî di şerê li dijî DAIŞê de daye û tekezî li ser parastina ewlehiya Herêma Kurdistanê û dabînkirina budce û mafên darayî yên herêmê kir.”

“Divê rêz li statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê bê girtin”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya Amerîkayê kir wiha pê de çû:

“Divê rêz li statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê bê girtin û mafên pêkhateyên Kurdistanê bên parastin û neyên binpêkirin.”

Di hevdîtinê de Serokwezîr herwiha tekezî li ser girîngiya cîbicîkirina destûrê û avakirina Encûmena Federalî ya Îraqê kir.

Mesrûr Barzanî bi Brett McGurk re jî civiya

Li aliyê din, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Koordînatorê Koşka Spî yê Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGurk re jî civiya.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, “Mesrûr Barzanî û Brett McGurk li ser giringiya parastina ewlehî aramiya Herêma Kurdistanê, rêzgirtina statuya destûrî û federaliya Herêma Kurdistanê û parastina mafên pêkhateya hev ra bûn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst