Hewlêr (Rûdaw) - Heftiya borî Neteweyên Yekgirtî hişyarî derbarê rewşa Efxansitanê da û têde ragiahnd, bi milyonan zarok naçin dibistanna bi taybetî keç û %70 ya mamosteyan mûçeyê xwe wernagirin. JI aliyekî din ve, ji ber hejarî û rewşa aborî ya xirab, xelk neçar dibe zarokên xwe bifroşe. Li ser vê babetê Rûdaw dokumenteriyek amade kiriye.
Her yek ji van keçan li beramber hinek pereyên kêm hatiye firotin, da ku dê û bavên wan ji hejarî û birçîbûnê rizgar bin.
Aşo hêj 8 salî ye û dayika wê bi 300 hezar pereyên Afxanî ku dike nêzîkî 3 hezar dolar ew firotiye zilamekî 23 salî.
Dayika Aşo Gulbînî dibêje: “Keça min 8 salî ye û min bi 300 hezar diravên Efxanî firotiye. Ji ber ku em birçî û deyndar in. Di van rojan de ew zilamê ku wê kiriye, dê bê û ligel xwe bibe. Ti bijardeyeke min a din nebû. Ne karekî baş e keça xwe bifroşim. Heta Xwedê û pêxember jî negotine karekî bi vî awayî bikin.”
Mihemed Hesen, herdu keçên xwe yên biçûk firotine ku hêj bi tevayî qencî û xirabiyê ji hev cuda nakin. Dixwaze deynê xwe bide û pariyek nan ji bo îro û sibe bo endamên din ên malbata xwe dabîn bike.
Neteweyên Yekbûyî dibêje, 95% ji Efxaniyan li gorî pêwîst, xorak bidest wan nakeve.
Welatiyê Efxan Mihemed Hesen jî got: “Min du keçên xwe firotin. Yek 10 salî bû û ya din jî 9 salî bû. Navê yekê Êdî Gul e û navê ya din jî Siyana ye. Êdî Gul li Ebû Kemer dijî, Siyana li Obê. Min ev kar ji ber bedbextî û nehametî û birçîbûnê kir, ku li kampê rûbirû bûn.”
Necîbeya 7 salî, ji aliyê bavê xwe ve, tenê bi 500 dolarî hatiye firotin. Hevjînê wê qista yekem daye, lê heta qista duyem nede, nikare wê veguhêze.
Welatiyê Efxan Kaylan jî dibêje; “Necîbe keça min e û min bi 50 hezar Efxanî firotiye. Hevjînê wê 25 hezar Efxanî daye û 25 hezar Efxanî jî li cem maye. Eger hevjînê keça min pereyê li cem maye bide, dikare bibe. Nazya min jî hebû û min bi 100 hezar Efxanî firot. Du sal di ber hevjînê wê hat û ligel xwe bir. Niha hevjînê wê hejar û xizan e û tên mala me û em li vir xwarinê didin wan.”
Li gundekî biçûk ê Hîratê ye, li Efxanistanê tevan gurçikên xwe firotine, ji bo ku debara jiyanê peyda bikin. Firotina gurçikan li Efxanîstanê ne tiştekî nû ye. Lê ligel zêdebûna birçîbûnê xirabtir bûye.
Ew ên li vê derê rawestiyane birçî ne. Hejarî wiha dike rîska jiyana wan zêdetir be.
Eger ne ji tirsa mirinê be, gurçika duyem jî difroşin. Lê li şûna wê diçin kezebên (zarokên) xwe difroşin li beramber pereyekî kêm.
Van jinan, her yekê bi 1500 dolarî gurçikên xwe firotine...Piştî ku pereyên wan têr nekirin, neçar man zarokên xwe jî bifroşin.
Jineke nişteciyê dewrûberê Hîratê jî dibêje: “Kesek nikare min neçar bike, ji bo ku zarokên xwe bifroşim. Lê hêza dabînkirina pêdawîstiyên jiyanê nîne. Ji ber wê, bîr li firotinê dikim. Dibe ku ev ji bo wan jî baştir be û dikarin xwarinê bo yên din dabîn bikin.”
Li wê derê xelk di rewşeke trajedîk de dijîn... Ew alîkariya ku tê pêşkêşkirin, ji ya pêwîst gelekî kêmtir e. Ev dê û bav, her yekî ji wan gurçikeke xwe firotiye, ji bo ku xwarinê bo 8 zarokên xwe bikirin.
Jineke din jî dibêje: ““Min zarokeke xwe ji dest da. Nikarim bibînim ku hemû bimrin. Qet nebe ew kesê difroşim, dê xwarinê bide wê.”
Li kampa koçberan a Şêda, li nêzîk bajarê Hîratê, li Efxanîstanê, nişteciyên wê di rewşeke xirab de ne. Alîkariyên mirovî kêm in û derfetên kar jî, bi zehmetî bidest dikevin. Hejariyê çend malbat neçar kirine keçên xwe bifroşin.
Qendî Gul, zarokeke 10 salî ye. Bavê wê bi 100 hezar pereyên Afxanî ew firotiye, ku dike nêzîkî 1000 dolarê Amerîkî. Armanca firotinê jî peydakirina xwarinê bû, bo 5 zarokên din.
Dayika Qendî ya 10 salî Ezîze Gul jî dibêje: “Li mala me xwarin nebû. Min ji hevjînê xwe daxwaz kir, xwarinê peyda bike heta ku zarokê me nemirin. Xwarin anî, min jê pirsî `te pere ji kûderê anî?` Got; `ji bo xwarinê bikirim, min keça me firot.”
Pêkanîna hevjîniyê ligel keçên temênê wan di navbera 12-18 salî de, li vê navçeyê bûye diyarde.
Malbata zava, pereyan didine bavên keçan û li cem bavê xwe dimînin heta temenê wan digihêje 12 salî, piştre wan vediguhêzin.
Hemîd, keça xwe ya 7 salî firotiye ji bo ku ji zarokên din re xwarinê û ji bo hevjîna xwe ya nexweş derman bikire.
Welatiyê Efxan Hemîd Ebdulla jî wiha axivî: “Min ev keça xwe firotiye, ji bo ku xwarin û derman bikirim. Keçeke min a din jî heye. Wê ya jî ji ber hejarî û nebûna derman difroşim. Îro nikarim xwarinê bo zarokên xwe û derman bo hevjîna xwe bikirim.”
Piştî Talîban di Havîna borî de, li Efxanistanê dest danî ser desthilatê, rêxistinên navdewletî yên mirovî ew welat bicih hişt, vê yekê jî rewşa mirovî li wî welatî dijwartir kiriye.
Rêvebera Rêxistina World Vision li Efxanistanê Asunta Charlis jî got: “Rewşa vî welatî ber bi wêrankariyê ve diçe, bi taybet ji bo zarokan. Cihê nîgeraniyê ye ku malbatek zarokê xwe difroşe ji bo ku xwarinê bo endamên din peyda bike. Divê rêxistinên navdewletî bi hawara xelkê Efxanistanê ve biçin.”
Tebaxa 2021ê, rêxistina Talîban Efxanîstan kontrol kir.
Civaka navdewletî pereyên desthilata wî welatî blok kir û heta niha dan bi hikûmeta nû ya Efxanistanê nedaye. Vê yekê jî wiha kiriye, rewşa mirovî û abûrî ya wî welatî roj bi roj xirabtir bibe.
Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî, nêzîkî 3.2 milyon zarokên ji 5 salî û biçûktir li Afxanîstanê rûbirûyî kêmxwarinê bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse