Napoli Cristiano Ronaldo dixwaze

27-08-2022
RÛDAW
Nîşan Cristiano Ronaldo Napoli Manchester United
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tê pêşbînîkirin ku di rojên dawî yên bazara veguhestina havînê de guherinek ji nişka ve di pêşeroja stêrkê Manchester Unitedê Cristiano Ronaldo were kirin û kluba xwe bicih bihêle. Ev du roj in raportên rojnamevanan behsa daxwaza tîma Napoli ya Îtalî ji bo Cristiano Ronaldo dikin.

Li gorî çavkaniyeke fermî ya ji kluba Îtalî, Napoli bi Don re ketiye danûstandinên cidî da ku di demeke kurt de peymana xwe bi dawî bike.

Çavkaniyên din jî piştrast kirin ku danûstandin didomin, “Ew peyman hîn jî di xetereya têkçûnê de ye, ji ber ku xwesteka Manchester United ji bo îmzakirina êrîşkarê Napoli Victor Osimhen di berdêla devjiberdana Ronaldo digel ku Nîjeryayî red dike ku here Manchester United.”

Rêveberê karên Victor Osimhen herî dawî daxwaza wî ya mayîna bi Napoli re piştrast kir ji bo ku di Lîga Şampiyonan de bilîze.

Cristiano Ronaldo ne aram e di kluba xwe de ji ber ku nikare beşdarî Lîga Şampiyonan bibe, lewma dirêjahiyê vê havînê hewla bicihîştina rêzên kluba Şeytanên Sor da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst